‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’ 2021-10-20 11:15:53   STENBOL - Wasiya girtiyên nexweş Adnan Oztel, Nerîman Çelîk girtiyê diyar kir ku ji ber tedawiya Oztel nehatiye kirin xetereya windakirina çavên wî heye û got: “Bi afirandina zexta civakî re divê em piştgiriyê bidin girtiyên nexweş.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan zêde dibin, girtiyên nexweş jî di nava binpêkirinan de têkoşîna jiyanê didin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 604 jê giran zêdeyî hezar û 600 nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirtin. Dîsa neşandina nexweşxanê û dermankirina girtiyên nexweş, texrîbatên di peydakirina dermanan de, neberdana girtiyan a tevî raporên “nikare di girtîgehê de bimîne” û pirsgirêkên wekî xwarin û paqijiyê jî dibin sedem ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xirabtir bibe.    Yek ji girtiyên nexweş ên rewşa wî her ku diçe nebaş dibe jî Adnan Oztel ê 51 salî ku di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin e. Oztel ê bi îdîaya “Yekparebûna dewletê û welat xera kiriye” û “Endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hatiye birîn, 18 sal in di girtîgehê de ye. Oztel ku di vê pêvajoyê de li gelek girtîgehan ma, nexweşiyên behçet, mîde, fitika stû û piştê, hemoroîd û Hepatît B pê re heye.    7 SALAN NEHAT TEŞHÎSKIRIN   Wasiya Oztel, Nerîman Çelîk diyar kir ku Oztel beriya bikeve girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nebûn û anî ziman ku di pêvajoya girtîgehê de nexweşiyên heyî derketine holê. Çelîk, da zanîn ku 7 sal in teşhîsa nexweşiya Behçet ku Oztel pê ketiye nehatiye danîn û bi lêv kir ku ev derengmayîn bû sedem ku Oztel di dîtinê de pirsgirêk bijî. Çelîk, anî ziman ku tedawiya pêwîst a Oztel nayê kirin û wiha got: “Ji ber pandemiyê her tim dibêjin me nebiriye nexweşxaneyê. Em fêm dikin ku tu eleqeya pandemiyê bi vî karî nîne.”   ‘RÎSKA WINDAKIRINA ÇAVÊN WÎ ZÊDE DIBE’   Çelîk, diyar kir ku di nava 6 mehên dawî de îhtîmala ku Oztel winda bike zêdebûye û tunebûna tedawiya girtiyan weke 'rêbazeke îşkenceyê' pênase kir. Çelîk da xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê bi nedayîna mafên girtiyan ên bingehîn, hewl dide êşkenceyê li girtiyan bike û wiha berdewam kir: “Dema girtîyekê dibin nexweşxaneyê jî serî li vê rêbaza îşkenceyê didin. Mînak, kelepçekirina destê wan an jî rawestandina wan a di rîngê de çend ji wan e. Min gelek caran dît ku ji bo Adnan mûayeneya bi kelemçe qebûl nekir, paşve anîne. Li nexweşxaneyan heta doktorek jî dikare daxwaza kelepçekirina girtiyan bike. Ew mafê wan nîne. Her tiştê ku ji destê wan tê ji bo girtî vediguherînin îşkenceyê.”   ‘ATK SAZIYEKE POLÎTÎK E’   Çelîk, bi lêv kir ku 4 caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) daye, lê hemû serlêdan hatine redkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku em bi bijîşkan re axivîn derbarê Oztel de gotin ‘Ev kes di şertên girtîgehê de nikare bê dermankirin. Divê tedawiyeke ku li derve her tim bê şopandin hebe.’ ATK saziyeke gelekî polîtîk e. Dema ji bo nexweşekî penceşêrê yê hatiye asta dawî serlêdan tê kirin, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayîn. Têkiliya van saziyan bi Wezareta Dadê re heye.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ NEYÊN JI BÎR KIRIN’   Çelîk, a zextên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan weke “teşeya kuştinê ya di demekî nêz de” dinirxîne, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê girtî neyên jibîrkirin. Divê em bi afirandina zexta civakî piştgiriyê bidin girtiyên nexweş. Ger li derve zext hebûya rayedarên girtîgehê ew qas ne rehet nedibûn. Ev rewşa ku em tê de ne, berpirsyariya mirovbûnê ye. Ev ne hilbijartinek e, peywîreke civakî ye. Divê her kes li herêma xwe, li navçeya xwe li hev bicivin û zexteke civakî biafirînin.”