Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt 2021-10-20 13:38:59 MERSÎN - Li navçeya Mezîtliyê, bijîjkekî hempîşeyê xwe yê ku pê re leman navenda tenduristiyê dixebitî kuşt. Li navçeya Mezîtlî ya Mersînê, bijîjkekî hempîşeyekî xwe yê ku pê re li heman navenda tenduristiyê dixebitî kuşt. Li Navenda Tenduristiyê ya Koçberan a Hatiye Bihêzkirin, Dr. Hasan Çayir êrişî berpirsê navenda tenduristiyê Dr. Ahmet Dîkmen kir. Bijîjkekî ku bi giranî birîndar bû, bijîjkan wî rakir Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mersînê. Dîkmen tevî hemû mudaxaleyên li nexweşxaneyê jî nehat rizgarkirin. Bijîjk Hasan Çayir ku ji cihê bûyerê reviya piştî demeke kurt hat girtin.   Derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.