Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû 2021-10-20 22:39:13   RIHA - Li Wêranşarê, zarokê ku di bin wesayîta zirxî de ma, bi giranî birîndar bû.    Li Kolana PTT'ê ya navçeya Wêranşar a Rihayê, zarokê 5 salî N.D. di bin wesayîta zirxî ya polîsan de ma. N.D., bi giranî birîndar bû û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Li gor dîmenan, tê dîtin ku nigên N.D. di bin wesayîta zirxî de eciqîne.    Apê  N.D.'yê 5 salî ragihand ku paşê N.D. rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê û rewşa wî xedar e.