Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt 2021-10-21 10:04:22   RIHA - Zaroka bi navê Nûre Dîkçe ku duh li Wêranşarê maşîneya zirxî lê qelibîbû xetereya mirinê ji ser xwe avêt.   Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, duh di saetên nîvro de maşînekeyeke zirxî li ser kolana PTT'ê li zaroka bi navê Nûre Dîkçe (5) qelibîbû û bi giranî wê birîndar kiribû. Hat diyarkirin ku piyên Dîkçe ji 4 cihan ve hatine şikandin û saet û nîvekê di emeliyata maye û xetereya mirinê ji ser xwe avêtiye. Bavê Dîkçe Eyup Dîkçe, diyar kir ku emeliyata keça wî serkeftî derbas bûye û ev tişt got: "Emeliyat serkeftî derbas bû. Di piyên wê de 4 şikandin hatin tespîtkirin. Wê platîn bikin piyê wê. Girtin beşa asayî."