Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn 2021-10-21 11:00:08   WAN - Di danişîna Doza Helîkopterê de qedexeya derketine derveyî welat a li ser rojnamegeran nehat rakirin û amûrên wan ên dîjîtal ku hatibûn desteserkirin li wan nehatin vegerandin.    Li Wanê, ji ber ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban kiribûn nûçe û ji raya giştî re ragihandibûn, di 9'ê cotmeha 2020'an de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala hatibûn girtin û piştre bi nûçegîhana MA'yê Zeyenep Dûrgût re doz li wan hatibû vekirin. 3'emîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.    Rojnameger Adnan Bîlen û parêzer li danişînê amade bûn û rojnamegerên din jî hîncet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn. Destpêkê Bîlen mafê axaftinê girt û parastina xwe ya ku beriya niha kiribû dubare kir. Piştre parêzerê Bîlen Mûrat Tîmûr mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku tevdîrên kontrola edlî yên li ser rojnamegeran bên rakirin û amûrên wan ên dijîtal ku hatine desteserkirin li rojnamegeran bên vegerandin.    QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT NEHAT RAKIRIN   Heyeta dadgehê, biryar da ku berpirsyartiya îmzeyê ya rojnamegeran bê rakirin û qedexeya wan a derketina derveyî welat bê domandin. Heyetê, daxwaza li wan vegerandina amûrên dîjîtal a rojnamegeran red kir û danişînê taloqî 6'ê çileya 2022'an kirin.