Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be 2021-10-21 11:01:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir, Tirkiye ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê "dewleta terorê çêbike" gefa şer li wan dixwe û got: ''Ev şer wê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be. Hêzên me li ser mafê meşrû wê parastina vî gelî û vê xakê bike.'' Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê gef û êrişek muhtemel a Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berisva pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) da.    Mehmûd diyar kir di nav 6 mehan de Tirkiyê û komikên wê DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra 306 caran ji hewayî û bejahiyê ve êriş birine ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji ber êrişan gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û got: ''Em êrişê nabin ser ti deverê. Berevajî. Dewleta Tirk êrişan tîne ser herêmên me. Ev hemû li ber çavê garantorên agirbestê dibin.''   'DIXWAZIN DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKIN'    Mehmûd bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û wiha got: "Weke ku tê zanîn dema pêvajoya şoreşê me DAIŞ ji hêla cografîk ve qedand. Van demên dawî li gel Koalîsyona Navnetewî li dijî hicreyên veşartî yên DAÎŞ'ê me têkoşîneke mezin da. Xasma li ser çareseriya meseleya Kampa Holê..Her wiha em DAÎŞ'iyên girtî di bin kontrolê de dihêlin. Me nîşanî cîhanê da ku çawa dikarin têkoşîna dijî terorê bikin û rawestînin. Beriya niha jî, dema êrİş li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn, li Hecîn ,Baxoz û Dêrazoê jî jî hewl dan ku DAIŞ'ê zindî bikn. Bêgumamn van hewldanan temenê DAIŞ'ê dirêj kir."    Mehmûd daxuyaniyên Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Wezîrê Parastinê Hulîsî Akar ku dikin hêceta gef û êrişan derewand û wiha got: "Serokkomarê Tirk û wezîrên wî îdîa dikin ku ji herêma me êriş çûye ser wan. Ev hemû derew in. Berevajî, van 6 mehên dawî dewleta Tirk 306 caran bi top, hawan, obûs û balafirên şer êrîş aniye ser Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û gelek herêmên din. Dewleta Tirk û çeteyên li deverên dagirkirî DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra û Birayên Misilman 16 caran êrîş anîne, hemû êrîşên wan jî hatine şikandin.   Di êrîşên 6 mehên dawî de 4 jê zarok, 3 jin, 1 mêr tevahî 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sedan malbata bêgav ma ku koç bikin. Îlonê 194 erîş anîne, 5 sivîlan jiyana xwe ji deset da, 6 sivîl birîndarbûn.e Tişta ku dibe û îdîaya Serokkomarê Tirk û wezîrê wî ji hev dûr in. Dewleta Tirk êrîşê tîne ser herêma me."   'TIRKIYE QANÛNÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE'    Mehmûd destnîşan kir ku ew li gorî şertên agirbestê tevdigerin û wiha domand: "Lê dewleta Tirk û komên bermayên DAÎŞ-El Qaîde li gorî agirbestê neçûn. Ev li ber çavê Rûsya û DYE'yê kirin. Dema ku mirov bi rastî jî li meseleyê binere Tayyîp Erdogan ku şoweniyê û cîhadiyê derdixe peş û hikûmeta AKP-MHP'ê li gorî qanûnên Tirkiyê, li gorî qanûnên navnetewî û NATO'yê naçin. Li gorî qanûnên koalîsyona navnetewî jî naçin. Tirkiya van hemû qanûnan binpê dike."    Mehmûd di berdewamiya hevpeyvînê de wiha axivî:   "Erdogan dixwaze siltaniya Osmanî bîne. Weke ku tê zanîn gelek caran li qada navnetewî me têkiliya hikûmeta Tirkiyê ya li gel DAIŞ, Birayên Misilman re got. Gelek kampên wan jî li Tirkiyê ne. Ev kom li Efrîn, Idlib, Ezaz û Babê hatin bicihkirin. Jixwe Ebûbekir Bexdadî li wê herêmê hate tespîtkirin.  Serokkomarê Tirk xerîteya DAÎŞ, Birayê Misilman qebûl nake, ji bo siltaniya xwe xerîteyeke dî çêkiriye û dixwaze li wê hêrêmê bibe hez, li gorî vê tevdigere.   Hger çendî niha ev hêviyên wan şikestibin, planên wan ên li ser Rojhilata  Navîn têk çûbin jî, ev tenê li nav Tirkiyê mabe jî, em dibînin ku li nav Tirkiyê jî tevlîheviyeke mezin heye. Lîreyê Tirk pir ji qîmet ketiye, aboriya Tirk derbeke giran xwariye. Dîplomasiya Tirk li qada navnetewî derbeke giran xwariye. Siyaseta navxwe qediyaye. Îro li nav Tirkiyê bêaramiyeke mezin hebe bêguman gelên Tirkiyê vê qebûl nakin. Wê hewl bidin ku desthilateke alternatîf bînin.   Lê Serokkomarê Tirk û hikûmeta AKP-MHP'ê ya şowenî û cîhadî rewşa Tirkiyê bi şer rê ve dibin. Weke ku tê zanîn li Iraqê şer dike, li Ermenîstanê carê şer dertê, li Libya, Deryaya Spî, Yewnanîstan hatiye ber rewşa şer. Hewl dide ku Qibrisê dagir bike. Her wiha li Sûriyê gefên şer dixwe. Em dibînin ku di dest vê hikûmetê de ji şer pê ve tiştek nîne.   Ev şer wê ne di berjewendiya ti aliyan de be. Ne di berjewendiya gelên Tirkiyê, NATO, Koalîsyona Navnetewî û Rûsyayê de be... Tevgera şer bi xeyalên Osmanî yên Erdogan dibe, bi xewn xeyala ku weke şêwaza beriya bi hezaran salan hikim bike, vê dike.   Lê van demên dawî bi sernekeftineke mezin hewl didin ku şer derxînin. Bi vî şerî dixwaze hinekî temenê xwe dirêj bike. Bêguman gelê me û hemû cîhan divê bi vê zanibe, ev şer ne di xizmeta mirovahiyê de ye. Ev şerê terorê ye. Hemû cihan hay ji vê heye. Jixwe hemû cîhan li ser alîkariya Erdogan a li terorê diaxive, dibîne ku çawa teror bi cih kiriye û ji bo ku terorîstan kiriye herêma ewle.   Heke şerekî wiha bibe ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê taloke çêbibe, her wiha wê hêviyê bide hemû aliyên terorê yên weke DAIŞ, El Qaîde, Birayên Misilman. Wê hêviyê bide wan ku ji hicreyên xwe derkevin. Jixwe desteka manewî, lojîstik, stratejîk ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin diçe ji komên çete yên weke DAÎŞ'ê û komên din re.   DAÎŞ'î û malbatên wan ên li kampan dixwazin biçin cem Erdogan.  Li wir hêvî dikin ku dîsa dewleteke terorîst ava bikin. Rewşeke wiha heye. Ji ber vê jî em dibêjin heke şerekî wiha bibe, dîsa bi navekî dî wê terora DAÎŞ'ê derkeve holê.   WÊ NE WEK EFRÎN Û SERÊKANIYÊ BE    Weke her carê hêzên me wê bi çarçoweya parastina rewa tevbigerin. Wê ne weke şerê Efrînê û Serêkaniyê be. Hêzên me vê carê li dijî her êrîşê wê parastina mezin bike. Weke ku hemû cîhan pê dizane me êrîş nebire ser ti deverê. Lê ku êrîşek were ser hêzên me û gelê me, êrîş were ser armanca şoreşa me, hêviyên gelê me, hêzên me bi çarçoweya mafên meşrû wê vî gelî û van xakan biparêze.   Jixwe projeya Xweseriya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahiya Sûriyê projeyeke grîng e. Hemû gelên Sûriyê di vê de hêviyê dibînin. Serokkomarê Tirk û partiya wî vê li ber siltaniya xwe weke taloke dibînin û ji ber vê dixwazin êrîşê bînin. Hedefa wan ew e ku vê projeyê bi temamî tine bikin û teroreke weke DAIŞ'ê bi navekî dî ava bikin."