Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin 2021-10-21 11:19:04 ÎZMÎR - Li Îzmîrê polîsan bi ser malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin û 17 kes binçav kirin.  Li Îzmîrê serê sibê polîsan bi hêceta parvekirinên medya dîjîtal bi ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin. Hat zanîn ku derbarê 20 kesan de biryara binçavkirinê heye. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpel belav kirin û piştî lêgerîna li malan 17 kes binçavkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Torbali Husnu Bîtîrmiş û Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Karabaglar Şerafettîn Yetîm jî di nav binçavkiriyan de ne.    Hat zanîn ku polîsan di serdegirtinan de dest danîne ser malzemeyên dîjîtal û binçavkiriyan birine Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.