Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye 2021-10-21 11:29:01 ÎZMÎR - Remziye Polat a 9 sal in di Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê de dimîne, bi hêceta “ne selihiye” berdana wê taloqkirin.  Remziye Polat (25) ku ji aliyê dadgeha herêmî ve bi îdîaya “endamtiya rêxistinê”12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, 9 sal in girtî ye. Polat ku niha li Girtîgeha Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, tevî ku cezayê wê bi dawî bûye û diviya ku di 11’ê Cotmehê hatibûya berdan jî nayê berdan. Ji ber ku Polat ferzkirina "poşmaniyê" ya Komîsyona Îdarî û Şopandinê ya Girtîgeha Şakranê qebûl nekir, bi hêceta “ne selihiye” berdana wê hatiye taloqkirin. Parêzer û malbata Polat diyar kirin ku ev biryar ne hiqûqî ye.   ‘CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ NEBÛ’     Parêzera Polat, Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ji bo cezayê muwekîla wê dirêj bike, raporek li gorî xwe amade kiriye û wiha got: “Tu cezayê dîsîplînê yên muwekîla min nebûn. Herî dawî çalakiya dîsîplînê ya dabûn wê jî aliyê dadgehê ve hatibû rakirin.”   WÊ ÎTÎRAZÊ BIRYARÊ BIKIN   Ozturk, anî ziman ku bi pêşîgirtina bi vî rengî ya înfazan ne hiqûqî ye û wiha berdewam kir: “Wê li dijî vê bihûqiyê îtîraza me çêbibe. Ev biryar mudaxileya li nêrîn û azadiya îfadekirina girtiyan e. Ji bo vê tu ravekirineke din tune ye. Têkildarî dirêjkirina cezayê muwekîla xwe ez ê serî li dadgeha înfazê bidim.”    'EZ BIRYARÊ QEBÛL NAKIM'   Bavê Polat, Şerafettîn Polat ê li Tekîrdagê dijî jî bertek nîşanî neberdana keça xwe da û bi lêv kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha got: "Li şûna keça me bê berdan, me agahiya dirêjkirina cezayê wê girt. Ev pêkanîn bê hiqûqî ne. Jixwe her roj li girtîgehan heqaret û zext li girtiyan tê kirin. Nîvê şevê bi ser qawişan de digirin û belav dikin. Ev bûyer me bêhtir dixin nava fikaran.”     Polat, anî ziman ku ji ber pandemiyê ev salek e ew nikarin keça xwe bibînin û xwest keça wî bê berdan.    MA / Ozlem Yayan