Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin 2021-10-21 12:24:24 WAN - Di rûniştina 14’emîn a doza kiryarên ku Pirtûkxaneya Umut şewitandin de dozger derbarê sê bersûcan de beraetê xwest.  Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umut êrişek bombeyî pêk hatibû. Binefserên wê demê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ji dozê tên darizandin. Doza wan ji nû ve hatibû vekirin. Rûniştina 14’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin.    XWEST BERSÛC WERIN CEZAKIRIN    Her sê bersûc beşdarî dozê nebûn û xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û parêzer li rûniştinê amade bûn. Seferî Yilmaz xwest bersûc werincezakirin.    Parêzeran jî gotin necezakirina bersûcan ji aliyê wîjdanê civakê ve nayê qebûlkirin û xwestin bersûc werin cezakirin.    Dozger xwest rojnamevanên ku dozê dişopînin ji eywanê werin derxistin. Parêzeran bertek nîşanî daxwaza dozger dan. Dozger derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest bi hêceta “delîl têr nakin” her sê bersûc werin beraetkirin.    Şandeya dadgehê rûniştinek din a dozê taloqî 20’ê kanûnê kir.