'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin' 2021-10-21 13:27:29   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu ku rewşa zaroka bi navê N.D. a 5 salî ku li navçeya Wêranşarê wesayîta zirxî lê qelibî û bi giranî birîndar kir bir rojeva Meclîsê, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ev pirs kir: "Der barê bûyerê de we lêpirsîn daye destpêkirin?”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, rewşa zaroka 5 salî ya li navçeya Wêranşarê yê Rihayê wesayîta zirxî lê qelibî û piyê pelçiqand bir rojeva Meclîsê. Surucu, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne peşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Surucu, di pêşniyazpirsa xwe de bal kişand ser “polîtîkayên bê cezatiyê” û wiha got: “Di serî de li bajarên kurdan welatiyên ku bi wesayîtên zirxî hatine pelçiqandin bi qisûr hatin dîtin û piştre di çapemeniyê de hat ragihandin ku failên van mirinan bê ceza mane.”   Surucu, destnîşan kir ku divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin û ji bo Wezîr Soylû bibersivîne ev pirs pirsîn:    “*Ji sala 2003'an ve ji ber mirina sivîlan çend esker hatine cezakirin?    * Ji sala 2003'an ve çend polîs ji ber mirina sivîlan hatine cezakirin?    * We ji sala 2003'an ve bûyerên pelçiqandinên bi wesayitên zirxî pêk hatine lêkolîn kiriye?    * Piraniya mirinên bi wesayîtên zirxî li kuçeyan çêdibin, rêxistina miduriyeta polîsan çawa rave dike?    * Di çend mirinên bi maşînên zirxî pêk hatin de walitî/qeymeqamtî an jî miduriyeta polîsan daxuyanî dane?    * Çend esker û polîs ji ber ku bi wesayitên zirxî bûne sedema mirina sivîlan, girtî ne?    * Hûn ê derbarê qezaya ku bi wesayîta zirxî li Rihayê pêk hat de lêpirsînê bidin dest pê kirin?    * Hûn ê der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin raya giştî?”