Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye 2021-10-21 13:31:14 ENQERE - Parêzerê Endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut, Mesût Beştaş, di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku axaftineke muwekîlê ya sala 2012'an li dosyayê hatiye barkirin û ev tişt got: "Di navbera delîl û angaştan de giredan tune ye." Danişînên Doza Kobanê ku ji ber şermezarkirinên DAIŞ'ê yên sala 2014'an li HDP'ê hatibû vekirin û 108 HDP'î jê tên darizandin, didome. 5'emîn danişîna dozê îro bi rûniştina 3'emîn li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz, Serpîl Kemalbay, Omer Farûk Gergerlîoglû, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mûrat Çepnî, Endamê MYK'â HDP'ê Dogan Erbaş, endam û rêveberên HDP'ê yên Edene û Enqerê, gelek parêzer û şopîner tevlî danişîna ku ji aliyê 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran  a Enqerê ve tê dîtin, bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li eywana danişînê amede bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên negirtî tên darizandin jî li bajarên lê bûn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    ANGAŞTNAMEYA JI TUNEBÛNÊ!   Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Parêzerê Endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut, Mesût Beştaş, mafê axaftinê girt. Beştaş, diyar kir ku di dosyayê de bi awayekî hiqûqî ne pêkan e ku tu angaşt bên pêşkirin û wiha got: "Ji tunebûnê angaştname hatiye amadekirin. Ji bo ku ji tunebûnê tiştekî derbixin cara duyemîn îfadeya muwekîl girtine. Dîsa ji bo ku ji tunebûnê tiştekî derbixin axaftina muwekîl a sala 2012'an de kirine dosyayê. Çawa çêdibe ku ev ji bo bûyerên sala 2014'an weke delîl tê nîşndan? Ji bo ku ev delîl divê girêdaneke vê bi bûyerê re çêbibe. Di navbera delîlan û angaştan de girêdan tune ye."   Piştî Beştaş Berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kubîlay xwest parastin bike. Lê serokê dadgehê bi hinceta ku axiviye got ku wê piştre mafê axaftinê de bide Kubîlay. Lê ser îttîraza parêzeran Kubîlay parastin kir. rûniştin bi parastina Kubîlay didome.