Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin! 2021-10-21 13:35:37 WAN - Derbarê 18 rêveber û endamên MEBYA-DER'ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. Di îdianameyê de axaftina telefonê wek “dayik” xîtabî dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin, wek delîla sûc hat dîtin.  Li Wanê di lêpirsîna li ser Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) de di 19’ê gulanê de 18 endam û rêveberên komeleyê hatibûn binçavkirin. Di 28’ê gulanê de sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Gulistan Onver û endamên komeleyê Cîhat Aksu, Ceyda Dîndar, Azîze Oner, Şevket Kaplan, Seracettîn Bayhar, Cevdet Bîlekçî, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Mahmut Dîndar û Savaş Encu hatibûn girtin. Îsa Demîragaç, Sureyya Azbag, Nuhû Alici, Nebî Kaçak, Halîme Suslu, Emîne Şaybak û Muhsîn Demîr jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.    Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê ve dihat birêvebirin, bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê qebûl kir.    ‘DAYÊ’ JÎ KIRIN SÛC!    Di destpêka îdianameyê de armanc û sazîbûna PKK’ê û daxuyaniyên demên cuda yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine nivîsandin. Di îdianameyê de MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin cih digirin. Her wiha di îdianameyê de teqîba fizîkî, qeydên tape, raporên materyalên dîjîtal û beyanên şahidên veşarî wek delîl hatine nîşandan. Hat gotin ku MEBYA-DER wek dewama MEYA-DER’ê dixebite. Di îdianameyê de tê gotin ku MEBYA-DER li ser daxwaz û fermana rêxistinê xebatê birêve dibe û her wiha tê gotin xîtabkirina “dayê” ya dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane jî wek delîlê sûc hatiye nîşandan. Xebatên MEBYA-DER’ê yên serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane jî wek sûc hatiye dîtin.    JI BO HER YEKÊ HETA 15 SALAN CEZA TÊ XWESTIN   Di îdianameyê de derbarê ji bo her kesek bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin. Rûniştina ewil a dozê wê di 3’ê kanûnê de li 2’yemîn Dadeha Cezayê Giran a Wanê were lidarxistin.