Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin 2021-10-21 15:12:58 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, di serlêdana xwe ya ku li Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir de diyar kir ku li Girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê binpêkirinên mafan ên giran hene û xwest ku bi lezgînî komîsyon biçe serdana girtîgehan.  Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest têkildarî girtiyên ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmarên 1 û 2 ên Sîncanê û Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 ya Şakrana Îzmîrê bûne û girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimînin, bi lezgînî hevdîtin bên kirin.    Olûç, di serlêdana xwe de bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Girtiyên ji Girtîgeha Kirikkaleyê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin, rastî zexteke giran tên. Ji min re hat ragihandin ku rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatine, mafên wan ên kantîn û revîrê tên astengkirin, li hucreyên yekkesî tên ragirtin, her şev bi ser qawîşên wan de digirin, di dema dewriyeyên şevê de bi gotina sirûdan heqaret li wan tên kirin, rastî zehmetiyên fîzîkî û îşkenceya psîkolojîk tên û rastî gelek binpêkirinên din ên mafên mirovan tên.”   GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ   Olûç, destnîşan kir ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê jî binpêkirinên mafan tên qewimîn û wiha berdewam kir: “Ji me re hat ragihandin ku bi hêceta pandemiyê, aktîvîteyên civakî , çandî û sporê tên astengkirin, binpêkirinên bi şêweyê tecrîd û qedexeyê tên zêdekirin, pirsgirêkên paqijiyê hene, mafên revîrê tên astengkirin, heqê tamîrê ji wan tê xwestin, pêdiviya tenê dikarin ji kantînê wergirin û buhayê wan bi awayekî keyfî zêde ne, xwarina tê dayîn bêtenduristî û kêm e, heqê avê û lêçûnên elektrîkê ji wan tên girtin, bi keyfî tên sirgûnkirin.”   KURKÇULER   Olûç, destnîşan kir ku bi hêceta pandemiyê girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê dimînin rastî gelek binpêkirinên mafan dibin û got: “Ji me re hatiye ragihandin ku tecrîd û îzolasyon tê pêkanîn, bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê tên sepandin, mafê tenduristiyê tê astengkirin, gelek kes bi zorê ji odeyên xwe tên derxistin û li dijî maf û rûmeta mirovan, li odeyan tên bicihkirin.”   Olûç, di serlêdana li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de xwest ku komîsyon bi awayekî lezgîn girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê diqewimin ziyaret bike.