Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin 2021-10-21 17:00:57   STENBOL - Di danişîna doza derbarê Hunermend Ferhat Tûnc ku bi îdiaya “heqaret” li Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim kiriye de, biryara girtinê hat dayîn.    Danişîna doza Hunermend Ferhat Tûnç ku bi îdiaya “heqaret” li Serokwezîrê demê Bînalî Yildirim kiriye hatibû vekirin, li 16'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Buyukçekmeceya Stenbolê hat dîtin. Tunç ê ji ber parvekirinên xwe yên medya dîjîtal tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Tûnc li danişînê amade bû. Parêzerê Tûnç, diyar kir ku muwekîlê wî li derveyî welat dijî û nizane wê kengî vegere welat. Dozgeriyê xwest ku derbarê Tûnç de biryara girtinê were dayîn. Dadgehê, ji bo tespîta parastina wî were girtin, biryara girtina Tûnc da û danişîn taloqî 17’ê Adara 2022’an kir.