Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin 2021-10-22 20:39:57     AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê, piştî lêgerîna eskeran a qawişê, 14 girtî bi vîrûsa koronayê ketine.    Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikuxwaran a Med’ê (MED TUHAD-FED) ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Sîverek a Rihayê piştî ku leşkeran li qawîşê lêgerîn kirin 14 girtî bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin.    14 ROJ IN DI KARANTÎNAYÊ DE NE   MED TUHAD-FED’ê, diyar kir ku beriya 3 hefteyan piştî eskerên ji derve hatin li qawişan lêgerîn kirin girtî bi vîrûsê ketin û wiha got: “Li gorî agahiyên ku me îro ji hevdîtina xwe ya bi girtiyan re bi dest xistine; Beriya 3 hefteyan gardiyanan li qawîşa 14 girtî lê dimînin, bi tevlîbûna leşkerên ji derve hatine lêgerîn pêk anîne. Temasî pêdiviyên bingehîn ên jiyanî yên girtiyan kirine. (kelûmel, kevçî, balîf, kinc û hwd.) Piştî lêgerînê nîşaneyên vîrusê derdikevin û piştre jî bi vîrûsê dikevin. Piştî 4-5 rojan, testa girtiyan tê kirin. Girtiyan diyar kirin ku nêzî 14 roj in di karantînayê de ne û wê karantina sibe biqede.”   ZEXT   MED TUHAD-FED'ê diyar kir ku rêveberiya girtîgehê nahêle pirsgirêkên ku girtî dijîn ji derve re ragihînin û ev tişt got: “Li girtîgehê gelek serdegirtin pêk tên. Nahêlin girtî daxwaznameyan bişînin. Kolî û kargoyan nadin girtiyan. Li girtiyan ferz dikin ku tiştên bi kargoyê ji wan re tên ji kantînê bistînin. Tiştên li kantînê bi buhayên zêde tên firotin û qelîteya wan ne baş e. Daxwaza sêyemîn a derzî kirinê ya girtiyan bi awayekî neyînî tê bersivandin. Rêveberî zextê dike. Dîsa tedawiya girtiyê bi navê Ayhan Kavak (60) ku nexweşê guatrê ye tê astengkirin.”   Navên girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine wiha ne: Ramazan Çetedîr, Abdulbarî Karaagaç (60), Remzî Bayram, Alî Haydar Koç, Ahmet Ozturk, Mahsûm Kolakan, Tûran Arslan, Nûsrettîn Işim, Zulkuf Ortaç, Osman Yalavûz, Mûstafa Davût, Rêzan Abdûrrahman Îbrahîm, Aslan Guzel, Mehmet Îsa Aydogan.   MED TUHAD-FED'ê da zanîn ku her çiqas Abdulbarî Karaagaç û Aslan Guzel daxwaza derziya sêyemîn kiribin jî nehatine derzîkirin û bilêv kir ku girtî Karaagaç, Aslan û Ramazan Çetedîr nexweşî bi awayekî giran derbaskirine.