Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir 2021-10-23 08:23:08 ŞIRNEX - Dayika Hamza Encu yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da Kadriye Encû di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Dayika Hamza Encû yê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer de yek ji 34 kesên jiyana xwe ji dest dabû Kadriye Encû jiyana xwe ji dest da.   Hate hînbûn ku Encû di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.   ‘HEM DIKUJIN Û HEM DIDARIZÎNIN'    Kadriye Encu ya ku di komkujiyê de kurê wê Hamza jiyana xwe ji dest daye, ji ajansa me re axivîbû û wiha gotibû: "Em hê jî li ber xwe didin. Dawekar em in, bila her kesê xwedî wijdan xwedî li me derkeve û me bi tenê nehêle. Hem zarokên me dikujin û hem jî me didarizînin."