SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe 2021-10-23 09:03:25 ŞIRNEX - Li Şirnexa ku di demên dawî de rêjeya bikaranîna tiryakê zêde bûye, hatibû plankirin ku di 2019'an de li Cizîrê AMATEM bê avakirin, lê belê destûra wê nehatibû dayîn. Sekretera Jin a SES'ê Hatûn Magî, anî ziman ku AMATEM ji bo Şirnexê pêdivîyeke pêwîst e.  Li Tirkîyeyê ji bo tedawîkirina kesên pêgirtiyê tiryakê û araqê, Navenda Tedawî û Lêkolînê ya Pêgirtiyên Tiryak û Araqê (AMATEM) ji sala 1983yan xizmetê dike.    Li Şirnex û navçeyên wê piştî sala 2016'an hejmara pêgirtiyên tiryakê zêde bûye û tê diyarkirin ku tevdîrine baş nayên girtin. AMATEM'a herî nêzî Şirnex û navçeyên wê li Dîlokê ye. Di sala 2021'ê de zêdetirî 65 kesên pêgirtiyê tiryakê serî li van saziyên fermî dan ji bo tedawiyê.   Sekretera Jin a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Şirnexê Hatûn Magî, anî ziman ku AMATEM ji bo herêmê pêdivîyeke pêwîst e. Magî, diyar kir ku pisporên ku dibêjin li Cizîrê bikaranîna tiryakê zêde bûye, dibbêjin li herêmê bi piranî hebên snetetîk tên bikaranşn û peydakirina vana jî pir hêsan e.    Di 9 mehên ewil ên salê de di operasyonên li Şirnex, Cizîr, Silopiya û Qilebanê de, 252 tedarikvanên tiryakê û pêgirtiyên wê hatin zevtkirin.    AMATEM'A HERÎ NÊZÎK LI DÎLOKÊ YE   Magî, diyar kir ku li herêmê ji bo mezinan AMATEM'a herî nêzîk li Dîlokê û ji bo zarokan jî ya herî nêzîk li Amedê ye. Magî bilêv kir ku di salên dawî de li Şirnexê kesên dixwazin ji ber tiryakê tedawî bibin, diçin Nexwşexaneya Dewletê ya Cizîrê û ev yek jî piştrast dke ku avakirina AMATEM'ê pêdivîyek e.    Magş, da zanîn ku di sala 2018'an de bi xebateke hevpar a Walîtiya Şirnex, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û ŞAredariya Cizîrê biryar hatiye girtin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê AMATEM'ek bê avakirin. Magî, diyar kir ku lê belê bi awayekî fermî û fiîlî nehatiye vekirin û got: "Kadroya ku dê di AMATEM'ê de bi awayekî pispor bê xebitandin, ji bo perwerdehiyê şandin derveî bajêr û piştî perwerdehiê ev kes hatin nexweşxaneyê. Lê ji be rku ev serwîs nehat vekirin, li serwîsine din hatin peywirdakirin. PIştî pandemî dest pê kir, ev serwîs kirin serwîsa Covîd-19'ê û di sala 2021'ê de jî kirin navneda fîzîkê û rehabîlîstasyonê."    Magî, herî dawî got: "Li bajêr hejmara nexweşên pêgirtî zêde ne. AMATEM' ji bo vir pêdiviyeke bivê nevê ye."