Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan 2021-10-23 10:09:10 STENBOL - Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Nesîm Ozkan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li hemû girtîgehan û li ser civakê belav bûye û di çarçoveya plansaziya çalakiya ku dane destpêkirin de banga xwedîderketina li girtiyan kir.    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, bi taybetî jî tecrîdê, plansaziya çalakiyê ya du mehan a ku wê heta 19'ê Kanûnê bidome, da pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de wê Înîsiyatîf çalakiyên cuda yên weke serdana xizm û malbatên girtiyan, saziyên sivîl, partiyên siyasî û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixe.   'EM Ê BÊJIN NEBIN ŞIRÎKÎ VÎ SÛCÎ’   Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Nesîm Ozkan têkildarî plansaziya çalakiyên daniye pêşiya xwe axivî û diyar kir ku ew dixwazin di çarçoveya plansaziyê de bibin dengê girtiyan. Ozkan, anî ziman ku armanca wan ew e ku hemû beşên civakê ji bo girtiyan seferber bikin û divê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bi dawî bibin. Ozkan got: “Dewlet hewl dide girtiyên ku cezayê wan qediyaye 6 salên din jî bi hinceta ku entegreyî civakê nabin di hundir de bihêle. Ev sûcê mirovahiyê ye. Em ê vê bêhiqûqiyê ji raya giştî re ragihînin û bang bikin û bêjin nebin şirîkê vî sûcî."   'TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE’    Ozkan, anî ziman ku pêkanînên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbixwe nayê nirxandin û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan îro li hemû girtîgehên Tirkiyeyê derketiye holê, ev nebû vê carê li ser civakê jî belav bûye. Di heman demê de pêkanînên tecrîdê li ser civakê dest pê kir. Ji ber ku girtî 24 saetan bi kamerayê tên temaşekirin û timî ew tên şopandin. Ev tecrîdê nîşan dide. Yanî ev pêkanîn piştî ku li Îmraliyê hatin bicihanîn dikevin meriyetê, lewma ez dikarim bibêjim ku sedema sereke ya tecrîdê Îmralî ye. Tecrîd bi tenê pratîkeke siyasî ye. Sûcê îşkencê bi awayekî dijdemokratîk li hemberî şexsan tê kirin.”    YASA TÊN BINPÊKIRIN    Ozkan bi gotina “Em birêz Ocalan weke girtî nabînin” axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji aliyê fîzîkî ve girtî ye, lê ji aliyê manewî ve di nava civakê de ye. Ji bo têkiliya di navbera Birêz Ocalan û civakê de qut bikin tecrîd li ser tecrîdê tê sepandin. Lê birêz Ocalan ji bo ku têkiliya wî bi civakê re neyê qutkirin 5 parêzname nivîsand. Niha jî tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan didome. Ev jî bi astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê tê birêvebirin. Heke qala ‘dewleta hiqûqê’ were kirin divê qedexe ango astengiyên li pêş hevdîtina bi birêz Ocalan re were rakirin. Yanî dewlet qanûnên xwe binpê dike. Gel birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike. Li dijî tecrîdê 3 milyon û 500 hezar îmze hatin komkirin. Niha ev îmze li parlamentoyê ne.”   'TECRÎD WÊ KÛRTIR BIBE’    Ozkan, anî ziman ku îqtidar bi pêkanînên li girtîgehên li dijî girtiyên siyasî dimeşîne re hewl dide peyamê bide û li girtîgehên Tîpa S yên nû hatine vekirin dê pêkanînên giran pêk bên û got: “Niha sê bajarên pîlot hilbijartine. Li girtîgehên Bodrum, Antalya û Îdirê yên Tîpa S xistin faliyetê. Tîpa S wê ji Tîpa F hîn girantir be û îzolasyon û tecrîda li wan wê hîn bêhtir were hîskirin. Dixwazin îradeya girtiyan têk bibin. Wezareta Dadê înîsiyatîfa girtîgehan ji lîjneyên girtîgehan re berdaye. Baş e ev deste ango lîjne ji kê pêk tên. Ev tê wê wateyê ku hiqûq ji binî ve nemaye.”    BANGA XWEDÎDERKETINA GIRTIYAN    Ozkan da zanîn ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê betalkirin rastiya girtîgehan in û di demeke wiha de xwedîderketina li girtiyan û ji bo civak bibe dengê wan gelekî girîng e. Ozkan anî ziman ku jJi bo cenazeyê ji girtîgehan dernekevin ew ez bang li hemû sazî û rêxistinan dike ku xwedî li girtiyan derkevin û bibin dengên girtiyan.