KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e 2021-10-23 14:01:30 AMED - Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê diyar kir ku Tirkiye ji her aliyî ve di nava aloziyekê de ye û got: “Rêya derketina ji vê kaosê û siberoja azad a gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêkan e."    Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mijarên di rojevê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku agahî ji tenduristî û ewlehiya wî nayê wergirtin.    ‘DEMA AZADIYA OCALAN E’   Meclîsa Tenduristiyê bal kişand ser şert û mercên Ocalan û wiha got:   Ji bo derketina ji vê kaosê û bi taybetî di serî de ji bo pêşeroja azad a gelên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîng e. Ji bo ev astengî rabin tekane rê azadiya Ocalan e. Şert û mercên tecrîda li ser Birêz Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê ji komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an û vir ve dewam dike. Bi vê rewşa tecrîdê tê xwestin ku azadî û daxwazên siyasî yên gelên Rojhilata Navîn werin tepisandin.   Divê yek ji lingên herî girîng ên têkoşîna me şikandina vê tecrîdê û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan be ku garantiya bingehîn a azadî û jiyana hevbeş a hemû gelan e. Em carek din diyar dikin ku tenduristiya wî wê aloziyê ji holê rake. Divê her warî de yanî divê rewşa siyasî, civakî, ekolojîk, aborî, bedenî û ruhî were başkirin. Em hemû gelên xwe vedixwînin refên têkoşînê û piştevaniya xwe mezin bikin.”