Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin 2021-10-23 14:59:46 ÊLIH - ÎHD'a Êlihê û Xizmên Windayan di hefteya 500'emîn de çalakiya ji bo windayan li dar xistin û bang li îqtidarê kirin ku ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê û Xizmên Windayan di hefteya 500'emîn de bi dirûşma "Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Piştî serdema OHAL’ê û pandemiyê cara ewil e ÎHD'ê û Xizmên Windayan ên li Êlihê li cihê xwe yê berê yanî li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakî li dar dixin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Yunus Bagiş destnîşan kir ku ew ji 31’ê çileya 2009’an ve ji bo aqûbeta windayan û darizandina kujeran ango kiryaran çalakiya xwe li dar dixin û çalakiya wan gihîştiye hefteya 500’emîn. Bagiş destnîşan kir ku ew ê her têkoşîna xwe ya edaletê ji bo dîtina windayan û cezakirina kujeran berdewam bikin û bang li îqtidarê kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Bagiş got ew ê her li têkoşîna dayikên windayan derkevin.    Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.