Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin 2021-10-24 09:04:18   AMED - KCD ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî rê û rêbazên çareserkirinê danîn holê, bi polîtîkaya tahdeyê hedef tê girtin û deriyê wê hat mohrkirin. Kesên tevli nav xebatên KCD'ê dibin jî yek bi yek tên cezakirin.    Ji saziyên ku ji bo meseleya kurdî bi rêya muzakereyê bê çareserkirin hatiye avakirin jî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e. KCD, ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin gelek rê û rêbaz danîne meydanê.    Hevserokên ewil ên KCD ku di 2007'an de li Amedê hat avakirin, Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn. Paşê Ahmet Turk-Aysel Tûglûk, Selma Irmak-Hatîp Dîcle, Leyla Guven-Berdan Ozturk bûn hevserokên KCD'a ku di bin banê wê de nêzî 800 rêxistinên civaka sivîl hebûn.    ÇÛ MECLÎSÊ   KCD'ê di warê meseleya kurdî, qanûna bingehîn a nû, edalet, rêveberiyên herêmî, pergala perwerdehî û tenduristiyê de gelek kongre, komxebat û konferans li dar xistin û di van çalakiyan de ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe berpêş kirin. Ji nav AKP'ê gelek kesên girîng jî di nav da cîgirê musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş bi xwe jî tevli van çalakiyên KCD'ê bû. Ji ber vê rewabûna xw eya civakî, di sala 2012'an de Serokê Meclîsê yê wê demê Meclîs Çîçek di çaçroveya xebatên ji bo qanûna bingehîn a nû de ew vexwand meclîsê. KCD'ê, piştî vê vexwandinê pêşniyarên xwe yên ji 6 rûpelan pêhatî berpêşî komîsyona wê demê kir. Di nav van pêşniyaran de daxwaza ji bo xweseriya demokratîk jî hebe.    BI PLANA RÛXANDINÊ RE HEDEF HAT GIRTIN   Di sala 2013'an de jî bi navê "pêvajoya çareseriyê" pêvajoyek hat destpêkirin. Bi vê re Heyeta Îmraliyê ya ji 5 kesan pêk hatî hat avakirin. Di nav heyetê de Hevserokê KCD'ê yê wê demê Hatîp Dîcle jî hebû. Dîcle, hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, bi cîgirên serokwezîr ên wê demê û rayedarên dewletê re hevdîtin kirin ji bo muzakereyê. Lê belê bi "Plana Rûxandinê" re ku di 30'yê Cotmeha 2014'an de di civîna MGK'ê de biryara wê hat girtin, hedef hat girtin.    DOZ LI SER DOZÊ   Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmeha 2018'an de KCD jî di nav de polîsan avêt ser nêzî 200 cihî. Di van serdegirtinan de siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de 141 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 25 kes hatin girtin. Derbarê rêvebir û delegeyên KCD'ya ku xeatên wê hatin îllegalîzekirin, yeko yeko lêpirsîn hatin destpêkirin û îdianame hatin amadekirin. Li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê bi sûcê "rêveberiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza hat birîn û Guven di 22'yê Kanûna 2020'î de hat girtin.    Herî dawî jî di 26'ê Hezîrana 2020'an de bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 64 kesan da biryara zevtkirinê hat dayîn. Ji van kesan 45 kes jê hatin binçavkirin û ji van kesan jî 23 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û deriyê KCD'ê hat mohrkirin.    CEZAYÊN HATINE BIRÎN   Li Amedê hin cezayên ji ber tevlîbûna panel, komxebat û hwd. ên KCD'ê ku endamên îqtidarê û rêvebirên dewletê yê berê jî tevli van çalakiyan bûbûn,hatine birîn ev in;    * Bi îdiaya "avakirina rêxistinê û rêvebirinê" li endamê Desteya Rêveber ê Partiya Kedê (EMEP) û nivîskarê Evrenselê Yûsûf Karataş, 10 sal û 6 meh,   * Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Koordînatora Bernameyê ya ÎMC TV'ya ku hat girtin Ayşegul Doganê 6 sal û 3 meh,    * Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar 6 sal û 3 meh,    * Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Racî Bîlîcî 6 sal û 3 meh,    * Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevşaredara Gêlê ya qeyûm tayinî şûna wê hat kirin Gulîstan Ensarîoglû 6 sal û 3 meh,    * Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li rêveberê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp, rojnamevan Roza Metîn û Mehmet Şahîn jî di nav de dozên derbarê bi dehan kesî hê jî didomin.    DOZA RACÎ BÎLÎCÎ   Hincetên tawanbarkirin û cezakirina Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Racî Bîlîcî, di warê helwesta dadgehên herêmî da yên ku bi dosyeyên KCD'ê re mijûl in, mînakeke balkêş e. Dozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2017'an de bi hinceta raporên binpêkirina mafan ên 2011-2014'an ên ÎHD'ê amade kiriye, tevli civînên rêxistinên mafê bûye û tevli xebatên KCD'ê bûye, derbarê Bîlîcî de lêpirsîn da destpêkirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî ji ber vê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Bîlîcî birî.    ÎSTINAFÊ XERA KIR   Piştî îtiraza parêzeran Daîreya Ceza ya 2'yan a Edliyeya Herêmê ya Amedê, di 21'ê Kanûna 2020'î de di biryara xwe de ragihand ku Bîlîc ne endamê KCD'ê ye û nehatiye piştraskirin ku bernameyên rêxistinên civaka sivîl ên Bîlîc tevli wan bûye bê yên rêxistinê ne yan na. Daîreya Ceza ya 2'yan ji ber vê biryara dadgeha herêmî xera kir.    BIRYARÊN DADGEHA BILIND!    Dadgeha Îstinafê di biryara xwe de bal kişand ser biryarên Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind. Dadgehê, di biryara xwe de li ser pênaseya endamtiya rêxistinê ya di biryarên Dadgeha Bilind de hatine destnîşankirin sekinî û got: "Sempatîya ji bo rêxistinê yan jî esasgirtina armanc, nirx û bîrdoziya rêxistinê û xwendina weşanên di vî warî de û rêzgirtina ji bo pêşengê rêxistinê hwd. ji bo endamtiya rêxistinê ne delîline temam in."    Piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Îstinafê, dosye cardin ji dadgeha herêmî re hat şandin. Di danişîna 17'ê Îlonê de dozgeriyê tiştên Bîlîcî pê tawanbar kiribûn, cardin dubare kirin. Dozger, wekî delîleke nû jî, wêneyê Bîlîcî yê ku dema di paceyê de li daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li ber Edliyeya Amedê ya ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê temaşe dike hatiye girtin, daxilî nav dosyeyê kir. Zabitnameya di vî warî de beriya daxuyaniyê bi du mehan, di 16'ê Çileya 2021'ê de hatibû amadekirin.    Çendî biryara Îstinafê bi vî rengî be jî, lê heyeta dadgehê bi piraniya dengan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û meh ceza li Bîlîcî birî. Lê belê serokê dadgehê raya xwe bereksê endamên din ên heyetê da. Serokê dadgehê ji bo hinceta biryara xwe jî diyar kir ku tu endamtiya bersûc a ji bo KCD'ê tune ye û bi sifetê Serkê ÎHD'a Amedê di konferansê de moderatorî kiriye, lewma tevli biryara piraniyê nabe.   Piştî vê parêzerên Bîlîcî cardin îtiraz kirin û dosye ji Dadgeha Îstinafê re şandin. Dosye hê li Dadgeha Îstinafê ye.    MA / Omer Çelîk