Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn 2021-10-24 12:06:29   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 6 mehan ên li ser operasyonên derveyî sînor aşkera kir û diyar kir ku Tirkiyeyê di êrişan de 323 caran çekên kîmyewî bi kar anî ye.   Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji 23 'ê Nîsanê ve dewam dike. Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şerê 6 mehan bi raya giştî re parve kir.    Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, HPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku tevî çekên kîmyewî û çekên xwe yên herî pêşketî bi kar aniye û desteka PDK'ê girtiye jî Tirkiyeyê encama ku xwestiye di şerê 6 mehan de bi dest nexisti ye. Her wiha HPG'ê destnîşan kiriye ku hikûmeta AKP’ê û MHP'ê hewl dide têkçûnê ji raya giştî veşêre û bi serneketina operasyonê qeyrana li welat kûrtir dike.    323 ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ HATIN TESPÎTKIRIN    Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin ku Tirkiyeyê di nava 6 mehên dawî de herî kêm 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye û hat destnîşan kirin ku piştî Tirkiye bi ser neketiye çekên kîmyewî bi kar anî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 38 êrîşên bi çekên kîmyewî de 101 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest daye.    670 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   HPG'ê bi bîr xist ku dema eskerê piyade Sezaî Gungor xwestiye teslîm bibe ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin û di nava 6 mehan de cerdevan, leşker û hêzên paramîlîter jî di nav de 670 kes hatine kuştin.