Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin 2021-10-24 12:36:59   ENQERE - Abdurrahîm Çetînkaya yê ku înfaza wî hate şewitandin û ligel ku 14 sal cezayê wî yê girtîgehê bi dawî bûye jî sirgûnî Girtîgeha Afyonkarahîsarê hatiye kirin, piştgiriya hiqûqî xwest.    Girtiyê bi navê Abdurrahîm Çetînkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê dimîne, diyar kir ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3 ya Şakranê bûye ligel ku 14 sal cezayê wî yê girtîgehê temam bûye jî înfaza wî ji aliyê Desteya Çavdêriya Îdarî ve hatiye şewitandin.  Çetînkaya, di nameya xwe de da zanîn ku ligel di 5 'ê Nîsanê de înfaza wî temam bûye jî nehatiye berdan û cezayên dîsîplînê yên di 14 salan de lê birîne weke hêcet nîşan dane. Çetînkaya, diyar kir ku girtina wî 8 mehên din jî hatiye dirêjkirin û piştî îtîraza li dijî vê yekê di 1’ê Tebaxê de ew şandine Girtîgeha Afyonkarahîsarê.     Çetînkayayê ku di meha Kanûnê de wê dema girtina wî ya dirêj bi dawî dibe, daxwaza alîkariya hiqûqî kir.