7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin 2021-10-24 14:26:06   STENBOL - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, 7 meh in bi tu agahî nayên girtin. Ji 148 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran re jî tu bersiv nayên dayîn.   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin didome. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş ên ku di pêvajoya di bin navê "çareseriyê" de di salên 2013-2015'an de birin Îmraliyê jî para xwe ji tecrîdê digirin.    HEVDÎTINA DAWΠ   Ocalan, herî dawî di 25’ê adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re karîbû bi telefonê biaxive. Ocalan di vê hevdîtinê de wiha gotibû: “Ev ne tiştekî rast e. Eger wê hevdîtinek pêk were, divê di çarçoveya hiqûqî de be. Piştî salekê, hûn nikarin li ser daxwaza xwe bi telefonê biaxivin. Ev tişta hûn dikin gelek xelet e. Hikûmet jî xelet dilîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye û ne rast e. Ev qet nayê qebûlkirin. Ev di heman demê de gelekî xetere ye.”   Ocalan, di hevdîtina ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatibû qutkirin de xwestibû ku parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin û wiha gotibû: “Hûn di ferqê de ne ka çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev hiqûqî ye. 22 sal in ez li vir im. Ev pirsgirêk wê di dema pêş de çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare bê çareserkirin. Çima nayên vir? Eger wê hevdîtinek pêk were, divê bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqî ye.”   148 SERLÊDAN NEHATIN BERSIVANDIN   Piştî axaftina bi telefonê destûr nayê dayîn ku bi Ocalan re têkilî were danîn. Di pêvajoya 7 mehan de tê astengkirin ku dengê Ocalan û Konar, Yildirim û Aktaş derkeve derve. Jinnewsê ragihand ku piştî hevdîtina herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê 122 caran ji bo hevdîtina parêzeran, 26 caran jî ji bo hevdîtina malbat û wasî serlêdan kirine. Ji 17 'ê Îlonê û vir ve parêzeran ji bo hevdîtinên bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û her wiha Midûriyeta Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê re dest bi serlêdanê kirin. Lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî ji 148 serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn.    CEZAYÊ VOLTA AVÊTIN Û DÎSÎPLÎNÊ   Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, beriya niha bi hêceta “Nexşerê” ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî pêveka parastina xwe ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23'yê Îlona 2020'î de 6 mehan cezayê hevdîtinê biriye. Dîsa derketibû holê ku bi hêceta Ocalan “volta avêtiye” di Îlona 2018’an de cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.