Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe 2021-10-25 10:15:49 ENQERE - Rojeva sereke ya civîna kabîneyê gengaziya deswerdanek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sefîrên 10 welatan ku Tirkiye gef li wan dixwe û zêdebûna pêketî û mirinên koronayê ye . Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro bi beşdariya wezîran civîna kabîneyê li dar dixe. Tê payîn ku di civînê de mijar ango rojevên girîng werin axaftin û nîqaşkirin. Tê diyarkirin ku wê di civînê de li ser deswerdanek gengaz a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derxistina sefîrên welatên wek Amerîka, Fransa, Elmanya û 7 welatên din ji Tirkiyê werin derxistin û her wiha geşedanên derbarê vîrûsa koronayê (Kovid-19) werin nîqaşkirin.    DESTWERDANA LI DIJÎ ROJAVA DI ROJEVÊ DE YE    Yek ji xala herî girîng a rojeva vê civînê polîtîkaya derve ye. Ev çend roj in di serî de Erdogan û rayedarên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên destwerdanê dixwin û muhtemeliya dewerdanekê tê çaverêkirin. AKP ango îqtidar jî li benda erêkirina Rûsya û Amerîka sekinî ye û wê geşedanên derbarê vê yekê de bigirin dest.    Sefîrên 10 welatan xwestibûn karsaz Osman Kavala yê girtî were berdan. Li ser vê daxwaza sefîran Serokkomar Erdogan û rayedarên Tirkiyê gef li van welatan xwaribûn. Erdogan ji Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû xwestibû ku 10 sefîr li Tirkiyê wek "Kesên li Tiriyê nayên xwestin" ragihîne.