Ji girtiyan re gotin ‘karê we li vir qediyaye’ û sewq kirin 2021-10-25 13:49:20   STENBOL - Li Girtîgeha Tokatê ji 4 girtiyan re gotin “karê we li vir qediya” û sewqî Girtîgeha Tekîrdagê kirin.    Îbrahîm Halîl Yildiz, Onder Alp, Husemattîn Sevînç û Mahsûm Sarûhan ku li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T tên ragirtin, demek beriya niha sewqî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa T hatin kirin. Xizmên girtiyan ragihandin ku îdareya girtîgehê ji girtiyan re gotiye “karê we li vir qediya, hadê em diçin” û tu hêcet ji bo sewqa wan nehatiye nîşandan.    DI 6 SALAN DE 6 GIRTÎGEH    Dayika Mahsun Saruhan, Sulviye Saruhan diyar kir ku ev 6 sal in lawê wê girtî ye û heta niha sewqî 6 girtîgehan hatiye kirin û wiha got: “Bêyî ku tu sedemek were nîşandan, lêdixin wan dibin. Ji ber em kurd bi vê rewşê re rûbirû dimînin. Lê belê rast e em kurd in û bi vê yekê serbilind in. Hûn zarokên me dibin ku bibin, em bi piya jî herin, em ê biçin cem wan. Em ê her xwedî li zarokên xwe derkevin. Em jî xwedî li fikr û ramanên wan derdikevin.”