Li Idlibê êrişî noxteyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê hat kirin 2021-10-25 13:55:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, li Idlibê noxteyên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê bombebaran kirin.   Saziya Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku rejîma Şamê, li başûrê Idlibê bi çekên giran noxteyên li bajarokên Filêfil, Fitîra û Binîn ên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê bombebaran kirine.    SOHR'ê duh jî diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê li çoltara rojavayê Idlibê 3 êrîş pêk anîn û di heman demê de kargeha şekir a li Cisir Şixûr û derdorê gundê Kifêr bombebaran kir.