Gulnaz Karataş hat bibîranîn 2021-10-25 15:34:13   ŞIRNEX - Pêşenga jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di  29'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.    Pêşenga jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di  29'emîn salvegera mirina xwe de li Şirnexê bi bernameyekê hat bibîranîn. Bernameya bîranînê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya HDP'ê ya Şirnexê hat lidarxistin. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê tevlî bernameyê bûn. Di bîranînê de wêneyê Karataş hat vekirin û ji bo şehidên doza azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Paşê li ser jiyan û têkoşîna Karataş aktivîsta TJA'yê Zozan Aksû axivî. Aksû, got ku wê li hemberî îxanetê têkoşîna jinên azad heta dawiyê bidome. Piştî axaftinê strana Bêrîtan û Helbesta Viyan û Agir hat xwendin. Bername bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.