DEDAŞ’ê dîsa li gundên Hezoyê ceyrana dînamoyên avê birî 2021-10-25 16:19:54   ÊLIH - DEDAŞ’ê li gelek gundên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve ceyrana dînamoyên avê birî û 5 roj in bi hezaran welatî bêav mane.    Li gundan sepanên Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDŞ) ku derketine asta cezakirina welatiyan berdewam dikin. DEDAŞ’ê dîsa li gundên ku navê wan hatin hînbûn li Zîlan, Bacaxê, Holê, Huskut, Qeynter û Şabê yên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve ceyrana dînamoyên avê gundan birî û ava qut bû. DEDAŞ’ê li van gundên ku bi hezaran kes lê dijîn di 21’ê cotmehê de ceyrana dînomayan biriye.    Gundiyan diyar kir ku DEDAŞ’ê bi hêceta “nedayîna deynê ceyranê” ceyrana xetên dînamoyan biriye û çend roj in bi hezaran welatî bêav mane û bi derfetên xwe pêdiviyên xwe avê dabîn dikin. Gundiyan da zanîn ku ew ava ji bo pêdiviyên xwe ji bîran an jî çemê Êlihê bi tangerêna tînin.    HAVÎNÊ 23 ROJ BÊAV MABÛN    DEDAŞ’ê li heman gundan di 23’yê hezîranê de jî ceyrana dînomoyên şebekeya avê birîbû û gund tevî germa havînê jî heta 15’ê tîrmehê bêav hatibûn hiştin û li ser bertekên raya giştî ceyran hatibû berdan.