Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin 2021-10-25 17:54:13     ŞIRNEX - Li girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê girtiyên ku Sirûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin.   Li girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê îro danê sibehê gardiyanan avêt ser 2 qawîşan û gef li girtiyan xwarin ku Sirûda Îstîklalê bixwînin.    HATIN DARBKIRIN   Girtiyê bi navê Hamza Sonmez ku îro telefonî malbata xwe kir, ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û gef li wan xwarine ku Sirûda Îstîklalê bixwînin û got: "Îro gardiyanan avêtin ser 2 qawîşan. Ji me re gotin rabin ser pêyan û Sîrûda Îstîklalê bixwînin. Me jî ev yek qebûl nekir. Paşê li me xistin. Ê min li serê min xistin. Gelek hevalên din jî derb ji difinên xwe û deverên din xwarin. Em niha jî di hûcreyê de ne. Me rapora derbkirinê jî girt. Gelek hevalên me yên ku birîndar bûn wê sibê emeliyat bibin."   Sonmez, bang li raya giştî kir ku di vî warî da hesas bin û xwest demildest şandeyeke ÎHD'ê girtîgehê û lêkolînan bike.