Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê 2021-10-26 09:06:59 AMED - Hevseroka Egîtîm Sena Şaxa Jimare 1'an a Amedê Emîne Akşahîn, diyar kir ku 10 mamoste û 28 xwendekar bi Covîd-19'ê ketine û dibistan veguherîne qadên berbelavbûna koronayê. Piştî ku di 6'ê Îlonê de perwerdehiya rû bi rû dest pê kir, li dibistanan Covîd-19 zêde bû. Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Jimare 1 a Amedê Emîne Akşahîn, anî ziman ku berî ku dibistan bên vekirin tevdîr nehatine girtin û got: "Me gelek caran doza tevdîrgirtinê kir, lê belê em bi bergeheka pir cuda re rû bi rû man."    QADA BERBELAVBÛNA ŞEWBÊ   Akşahîn, diyar kir ku ji bo pêşî li ber berbelavbûna şewbê bê girtin doza vekirina dersxaneyên nû, tayinkirina mamosteyan, vekirina dibistanên gundan, rawestandina serwîsan, xizmeta ji bo paqijiyê û li dibistanan avakirina odeyeke tenduristiyê kirine û got: "Ev tişt nehatin kirin û gelek dibistanê di heman kampusê de, di heman avahiyê de perwerdehî domandin û bi vî awayî dibistan veguherîn qadên berbelavbûna pandemiyê."    10 MAMOSTE PÊ KETIN   Akşahîn, destnîşan kir ku li dibistanan tenê bi bikaranîna maskeyyan şewb nayê kontrolkirin û got: "Di vê heyamê de li 15 dibistanan 10 mamoste û 28 xwendekar bi Covîd-19'ê ketine û 9 pol jî hatin girtin. Li polekê gava du xwendekar pê kevin, ew pol tê girtin. Mamoste pê dikevin, lê pol nayên kontrolkirin. Her roj kontrol nayê kirin."    Akşahîn, diyar kir ku polên dibistanan jî qelebalix in û niha di her polekê de 50-60 xwendekar hene. Akşahîn, anî ziman ku ji bo pêşî li ber şewbê bê girtin divê hejmara her polekê herî zêde 12 xwendekar bin û got: "Mixabin hejmara polan pir qelebalix e. Lewma mamoste, malbat, xebatkarên dibistanê bifikar in."    TEQEZ DIVÊ MAMOSTE AŞÎ BIBIN   Akşahîn, anî ziman ku li dibistanan hin mamoste jî dijî aşî ye ne û got: "Lê ji bo berpirsiyariya xwe ya civakî, divê her perwerdekar aşî bibe. Niha ji bo mamosteyên naxwazin aşî bibin tu mueyîdeyek tune ye. Roja ewilî ji bo testa PCR'ê bang hat kirin. Lê gelo ev ji hêla îdarevanan tê şopandin an na? Di hevdîtina me ya dawî ya bi Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr re, hat diyarkirin ku li seranserê bajêr ji sedî 86'ê mamosteyan cara dudoyan aşî bûne. Lê em niha nizanin bê ev rêje bûyye çi."