Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin 2021-10-26 11:28:07   KONYA - Dadgeha Cezayê Sulhê ya Konyayê daxwaza parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut ku xestibû Alî Keleş were girtin, red kir.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê tîrmehê de 7 ferdên malbata Dedeogullari di êrişek nijadperest de hatibûn kuştin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut xwest ku Alî Keleş ê di nava gumanbaran de ye were girtin. Karabulut dibêje di êrişa ewil a di 12’ê gulanê de li hember malbatê pêk hatiye, pişt re Alî Keleş koma WahatsAppê ava kiriye û têde gotiye ku “tiştên xerab biqewimin” û lewma daxwaza girtina wî kiriye.    DÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BIKE    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Konyayê daxwaza parêzer nirxand û xwestina ji bo girtina Alî Keleş red kir. Karabulut da zanîn ku wî îtîrazî dadgehek bilindtir kiriye û dê îtîrazî biryara redê ya dadgehê bikin.