Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin 2021-10-26 13:24:32   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan êrişî girtiyan kir. Hat hînbûn ku girtî Mehmet Alî Çevîk ku gardiyanan lê daye rakirine nexweşxaneyê û wî girtine beşa lênêrîna awarte.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan bi ser qawişan de girtiye û êrişî girtiyan kirine. Hat ragihandin ku di êrişê de gardiyanan li 16 girtiyan daye. Hat hînbûn ku girtî Mehmet Alî Çevîk ku gardiyanan lê daye rakirine Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê û wî girtine beşa lênêrîna awarte. Xizmên girtiyan, ragihand ku mil û piyê girtiyên din ên gardiyanan li wan daye şikiyane û êriş di bin çavdêriya midurê girtîgehê de pêk hatiye.    BI PÊLAVAN DIKEVIN MESCÎDÊ   Malbatên ku derbarê êrişê de agahî dan, dan zanîn ku ji ber girtî li dijî gardiyanên xwestine bi pêlavan bikevin mescîdê derketine êriş pêk hatiye. Ji girtiyên ku êrişê li wan hatiye kirin Mahsûn Dûrak, tiştên hatine serê wan ji hevjîna xwe Zeynep Dûrak re ragihand. Zeynep Dûrak, ragihand ku êrişê ji roja înê (22'ê mehê) ve berdewam dike. Dûrak, destnîşan kir ku morbûn û birîn li laşê hevjînê wê hebûne û bang li raya giştî kir ku hestiyar bin û ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê jî xwest ku li girtîgehan lêkolînan bikin.    'EM Ê WE BIKIN ZILAM'   Bavê Mahsûn Dûrak Mehmet Dûrak jî ku li girtîgehê bi kurê xwe re hevdîtin kir, da zanîn ku li girtîgehê timik gef li girtîgehan tê xwarin û ev tişt vegot: "Beriya 2 rojan gardiyanan bi ser qawişan de girtiye û xwestin 3 qawişên siyasî bikin yek. Lê girtiyan vê qebûl nekiriye. Piştre gardiyan çûne qawişan û berê girtiyan dane dûwar û gefa, 'Em ê we bikin zilam' li wan xwarine. Li hemû qawişan ev pêkanîn hene. Li gelek girtiyan dane. Li qawişên din jî mehmeleyên cuda kirine. Gelek hevalên kurê min felc kirine. Qawişên gelek girtiyan guhertine."   DAXWAZA LÊKOLÎNA LI GIRTÎGEHAN   Bav Dûrak, bang li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê kir ku li girtîgehê lêkolînan bikin.