Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê 2021-10-26 15:00:12 ENQERE - Endamê Meclîsa HDP’ê Alp Altinors, diyar kir ku serdana wan a Rojnameya Ozgur Gundemê ku hatiye girtin kirine hêceta berdewama girtina wan û wiha got: “Derbarê girtina rojnameyê de biryara AYM’ê ya îhlalê heye. Hûn bi kîjan hêcetê min sûcdar dikin.” Danişîna 5’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin bi rûniştina 6’emîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike.   Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alp Altinors ku di doza têkildarî vekolînê hat dîtin de parastina xwe kir, wiha got: “Ji ber ku me got bila Kobanê nekeve destê DAIŞ’a hov, salek û meheke hûn me digirin. Dibe ku we dema dîmenên Kabûlê temaşe kirin, ew qerîna beriya 7 salan a wan mirovên di bin dorpêça DAIŞ’ê de we bihîstibe. Ew qêrîn hat guhê me, ji ber wê em li vir in. Tiştên duh li Mûsil, Şengal û Kobanê qewimîn îro jî li Kabûlê diqewimin. Hemû cîhan vê hovitiyê temaşe dike. Em hêj jî ji ber me li dijî terora DAIŞ’ê bang kir girtî ne. Lê em bawer dikin ku kesên li hovitiya Kabûlê nêrîn, careke din dê bibînin ku em mafdar in.”   ‘DIVÊ HESABÊ BIDIN’   Altinors, bal kişand ku darizandina wan berî herkesê cesaretê dide DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Banga li dijî DAIŞ’ê hat kirin, li vir bû xwestina sedemê cezayê hefsê yê muebbetê. Ev jî gelek balkêşe ku têkildarî kuştinên di 6-8’ê Cotmehê de qewimîn derbarê DAIŞ’ê de tu lêpirsîn nehatine dest pê kirin. Hikumet çima wê demê tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bû? Ev gavên hikumetê dibê hêcetê makûlbûna banga HDP’ê. Divê ne em ew kesên ku rê dan DAIŞ’ê, li navçeya Pirsûsê bûn sedemê qetilkirina 33 ciwanan, li Enqereyê bombekirina 103 kevokên aştiyê temaşe kirin, hatibûna darizandin.”   TWÎTA BARIŞ ÇAKAN   Altinors, qala hêcetên ku bûne sedemê girtina wan jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hêcetên girtina me binêrin. Ji bo piştevaniyê em çûne serdana rojnameya Ozgur Gundem ku bi KHK’ê hatiye girtin. Di dora ewil de ew heye. Çawa dibe ku dibe sedemê girtinê. Parastina çapemeniya azad ji kengî ve bûye sûc. Çi eleqeya vê bi dosyaya ku 37 caran cezayê muebbetê ji min re tê xwestin heye. Wekî din Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî vê serdanê got ku girtina rojnameyê li dijî azadiya fikr û raman e. Hûn hêj bi kîjan hêcetê min sûcdar dikin. Hêceteke din a girtina min jî twîta min a derbarê Bariş Çakan ê li navçeya Etîmesgût a Enqereyê hatiye qetilkirin e. Ne qetilkirina Çakan, nivîsîna wê bûye sûc. Di vê twîtê de çi heye. Kuştina na wî ne sûc e anîna rojevê dibe sûc. Em di her dozê de mafdarbûna xwe biparêzin. Bila tu gumana we ji vê nebe. Tu gumana min ji beraet kirina min jî nîne.”   Şandeya dadgehê piştî parastina Altinors saet û nîv navber da danişînê.