DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn 2021-10-27 08:40:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’ê ya li gundê el-Reşad yê girêdayî bajarê Diyala ya Iraqê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.    DAIŞ’ê êrişî gundê El-Reşad yê girêdayî navçeya El-Mikdadiye ya bajarê Diyala ya Iraqê kir. Di daxuyaniya ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrişa DAIŞ’ê de 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.    Hat ragihandin ku piştî hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin, çeteyên DAIŞ’ê ji wir reviyane. Serokwezîr Mûstafa Kazimî jî piştî êrişê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku derbarê êrişkaran de operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.