Li Girtîgeha Wanê îşkence! 2021-10-27 09:13:45 ŞIRNEX - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyê bi navê Veysî Bayat, ragihand ku gardiyanan êrişî wan kirine û got: "2-3 heftte ye em îşkence dikin, hêviya xwe ji me qut bikin, wê me bikujin."  Li girtîgehên Tirkiyeyê zext û zoriyên li girtiyan tên kirin her diçe zêde dibin. Li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê gardiyanên ku 2 roj bêriya niha avêtibûn ser qawîşan, girtî derb kiribûn. Niha jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê gardiyanan avêtiye ser qawîşan û tahde li girtiyan kirine. Girtî Veysî Bayat, bi rêya telefonê ragihand ku ji ber lêdanê laşê wî reş û şîn bûye û ew bi kuştinê re rû bi rû ne.   '2-3 HEFTE YE EM ÎŞKENCE DIKIN'   Bavê Bayat, Abdullah Bayat, anî ziman ku kurê wî nikaribûye di telefonê de pir baixive û got: "Ew roja ku li min geriya daweta xizmê me hebû. Wî ji min re got ev çi qerebalix e? Min jî got dawet e. Ji min re got daweta kê ye? Min jê re got, lê nas nekir. Mirov digot qey hişê xwe xwariye. Ji min re got xwedê we li me didin ku em nedikarin rabin û ne jî dikarîn rûnên. Got her şev saet di 20:00'an de davêjin ser me û li me didin. Got, em anîne ber mirinê. Got, ev lêdan lêdanên derba kuştinê ne, wê me bikujin. Got pere ji me re neşîne ji xwe wê me bikujin. Got, ez yê mirinê me û 2-3 hefte ye bênavber me dibin mezelê û îşkenceyê li me dikin. "   'WÊ ME BIKUJIN'    Bayat, bilêv kir ku ev pêkanîn tenê li dijî girtiyên sîyasî hene û wiha dom kir: "Ji ber ku girtiyên siyasî ne, wiha dikin. Kurê min digot piştî ku midûrê girtîgehê hatiye guherandin ev îşkence destpêkiriye û zêde bûye. Nedikarî biaxive. Got ez nikarim rabim ser pêyan. Nebirine nexweşxaneyê jî. Got hêviya xwe ji me qut bikin, wê me bikujin. Heger ev jî ne zilm be çi ye? Zilma ji vê mezintir nîn e. "