Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê' 2021-10-27 09:13:48 STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, ragihand ku girtiyên jin bi pêkanînên biçûkxistinî û nêrî re rû bi rû dimînin û li Girtîgeha Bakirkoyê girtiya astengdar nikare biçe tuwaletê.  Li girtîgehan binpêkirinên mafan û tahdeyên li girtiyan tên kirin, bênavber didomin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran, binpêkirinên mafan ên girtiyên jin bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin û destnîşan kir ku girtiyên jin bi i pêkanînên biçûkxistinî û nêrî re rû bi rû dimînin.   Li gor daneyên 2020'an ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan zêdetirî 600 jê giran hezar û 700 girtiyên nexweş hene. Ji vana 60 jê giran 110 jê jin in.    TECRÎD   Onaran, destnîşan kir ku îqtidar bi taybetî piştî 2015-2016'an li hemberî girtiyan polîtîk tevdigere  û ev yek li girtîgehan veguheriye tecrîdê. Onaran got: "Girtiyên nexweş ên ku em behs wan dikin, girtînî ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe peyda bikin û bi mirinê re rû bi rû ne."    TACIZ Û TECAWIZ   Onaran, diyar kir ku nêrîna zayendparêz û nêrza ya li hemberî jinan, li girtîgehan jî heye û ev yek wekî taciz, tecawiz û lêgerîna tazî li girtiyên jin tê ferzkirin. Onaran got: "Jixwe jin di warê çînî da bi dagiriyekê re rû bi rû ne, lê di warê zayendî de bi tiştekî ji vê wêdetir re rû bi rû dimînin. Gava ewilî tên binçavkirin ji helwesta ji bo wan bigire heya lêgerîna tazî, taciz û tecawizê bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin. Jinên ku bi travmayeke wisa mezin tên girtin, demeke dirêj di girtîgehan de dimînin. Lewma girtiyên jin ên nexweş li girtîgehan hîn bêtir bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin."    LÊGERÎNA GARDIYAN Û CENDIRMEYÊN MÊR   Onaran, diyar kir ku jinên girtî yên nexweş gava dixwazin biçin nexweşxaneyê gardiyanên mêr û cendirme hewl didin lêgerînê bikin û got: "Di dema reglê de ku êşa wan zêde be, wan naşînin nexweşxaneyê. Di dema reglê de pêdiviyên wekî pedê nayên peydakirin. Gava tên peydakirin jî li hemberî wan helwesteke biçûkxistinî rû dide. Di dema lêgerînê de amûrên taybet ên jinan davêjin rastê û wan rencîde dikin."    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA BAKIRKOYÊ   Onaran, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan kir û ji bo vê mînakek da: "Li gorî ku girtiyan ragihandiye, di 7'ê Cotmehê de qawîşa du girtiyên siyasî bi qawîşeke edlî re tê guherandin. Girtiyên edlî yên ji qawîşê hatine derxistin li dû xwe kêzik, termê mişkan û çop hiştine û çûne. Di dema veguhastina eşyayên giran de bi tu awayî aliyê jinan nekirine. Tew eşya jî xistine depoyekê û wan texrîb kirine."    GIRTIYA ASTENGDAR   Onaran, ji bo girtiya nexweş Jiyan Erdînç ku di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de ye got: "Protez di nigê Jiyan Erdînç de ye. Nikare bi rihetî rûnê û niha nikare bi tena serê xwe biçe tuwaletê. Her wiha hat ragihandin ku di dema veguhastinê de nigê girtiyekê jî tehl bûye."    Onaran, bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û got: "Bi taybetî girtiyên pir nexweş demildest divê bên berdan."