Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2021-10-27 12:31:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li navçeya Şêladizê ya Herêma Kurdistanê piştî êrîşa hêzên çekdar ên PDK’ê, kesekê jiyana xwe ji dest daye û ji kesekê jî agahî nayên girtin.     Hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Geliyê Balinde yê bi ser navçeya Şeladizê ve gule berdane welatiyê bi navê Diyar Tayîp Rêkanî û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn. Li gorî nûçeya RojNewsê, di encama guleberdana hêzên PDK’ê de Diyar Tayîp Rêkanî jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku dema welatî duh bi şev çûne Noxteya Kontrola Muhafizên Sînor, hêzên PDK’ê gule li wan reşandine û di êrişê de endamê Eşîreta Rêkanî Diyar Tayîp jiyana xwe ji dest daye û ji kesekê jî agahî nayên girtin.    Meclîsa Ciwanên Şêladizê, li ser hesabê xwe yê facebookê ev peyam parve kir: “Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Bila were zanîn ku ev êrişên asayîşa PDK’ê bêbersiv namînin.”