Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin 2021-10-27 14:41:30   MÊRDÎN - Osman Ç. ku li navçeya Qoserê ji ber sûcê destdirêjiya Z.Ç. a 17 salî tê darizandin, tevî ku teblîxî wî hatibû kirin ku li danişînê amade be jî tevlî danişînê nebû. Dadgeha ku daxwaza girtina parêzeran red kir, danişîn taloqî 22’yê Kanûnê kir.    Li Mêrdînê, 3'yemîn danişîna doza darbarê Osman Ç. ê di Tîrmeha 2020'an de destdirêjî biraziya xwe Z.Ç., a ji Îsvîçreyê ji bo serdanê hatibû navçeya Qoserê kiribû hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.  Osman Ç., piştî bûyerê hatibû girtin û di 13’ê Çileya 2021’an de, di danişîna ewil de hatibû berdan. Xizmên Osman, ew bi dahol û zirneyê, li ber girtîgehê pêşwazî kiribûn. Osman Ç. ligel teblîxa “divê li eywanê amade bibe” jî tevlî danişînê nebû. Parêzerê Osman Ç. jî tevlî danişînê nebû. Parêzerên Z.Ç., malbata wê û nûnerên rêxistinên jinan li eywanê amade bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyê derbasî danişînê bûn.    DOZGER CEZAYÊ MUEBBETÊ XWEST   Dadgehê, mutalaya dozgeriyê jê pirsî. Dozgeriyê jî diyar kir ku sûcê ser bersûc diyar e û xwest ku bersûc ji sûcê “Îstîsmara zayendî ya bi wesf” ê ber bi kesê ji xwîna wî, bi cezayê hefsê yê muebbetê were cezakirin.    DAXWAZA GIRTINÊ    Parêzerên Z.Ç.’yê xwestin ku biryara girtina bersûc were dayîn. Parêzeran diyar kirin ku tevî teblîgatê jî neamadebûna bersûc bi rewşa wî ya fîrarê re yeke û xwestin ku li ser îhtîmala bireve derveyî welat bi daxwaza bultena sor ji Wezareta Edaletê re muzakere bê nivîsandin. Parêzeran dan xwestin ku beyanên bersûc re îtîbar neyê kirin, beyanên xizmên bersûc jî bi nakok in û bi lêv kirin ku tu delîlên şênber ku piştevaniya beyanên wan bikin nînin.    DADGEHÊ GUMANA REVÎNÊ NEDÎT   Dadgehê piştî navbereke kurt, daxwaza parêzeran a girtina bersûc bi hêcetên “delîlên nû ku bibin sedemê girtina wî û gumana revîna wî nîne” red kir. Dadgehê di heman demê de ji bo parêzerên bersûc û gazinker parastinên xwe bikin biryara dema zêde da û danişîn taloqî 22’yê Kanûnê kir.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DAN   Xizmên Z.Ç. piştî biryarê li eywana danişînê bertek nîşanî şandeya dadgehê dan. Xizmên Z.Ç. diyar kirin ku edalet nîne û wiha gotin: “Edalet tenê nivîseke ku li dîwarî hatiye nivîsîne.”