ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-28 09:00:30 * Li Rihayê fiyetê avahiyan ji sedî sed biha bûne. Nûner ÎMO'yê Rûken Okyay Çîçek, anî ziman ku sedemek bihabûnê jî ew e ku avahî û erse ji ber krîza aborî wekî amûreke veberhênanê tên bikaranîn.  * Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê di serdema nû ya perwerdehiyê de ji bo zarokan kursan çêbike.    * 5 sal berê van çaxan DÎHA û JINHA jî di nav de bi dehan saziyên çapemeniya kurdî hatin girtin. Rojnamevanan, anîn ziman ku rejîma otorîter bi girtina saziyên çapemeniyê re hatiye avakirin.    * Parlementerê HDP'î Abdûllah Koç, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û bang li her kesî kir ku li dijî binpêkirinên mafan serî li Serokatiya Meclîsê, Wezareta Dadê û Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclîsê bidin.    *  Rozerîn Kûrt, ji ber ku li girtîgehê tevli greva birçîbûnê bûbû, derbarê wê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Kûrt, ji ber ku di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye, beraet kir.    * Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Amedê, ji bo deklerasyona HDP'ê anîn ziamn ku ji bo "reçeteya" çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û bang li hêzên ked û demokrasiyê kirin ku xwe têxin bin vî barî.    * Di ser koça kedkarê çapemeniya kurdî Mamoste Kadrî Kaya re 3 sal derbas bûn. Hevpîşeyên Kaya anîn ziman ku xebatkarên çapemeniya azad gelek tişt ji Mamoste Kadrî hîn bûne.   * Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku li girtîgehê li kurê wê Şaban Kaygûsûzê nigekî wî û milekî wî tune ee, piştî îşkenceya lêgerîna tazî jimariya şipyakî hatiye ferzkirin û got: "Gava li ser snedelyeyê bûye, ew avêtine erdê û îşkence kirine."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 234'an de didome.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li navenda partiya xwe civîna çapameniya a heftane li dar bixe.(11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê salvegera KHK'an li Parqa Koşûyolûyê daxuyanî bide. (12.30)