Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin 2021-10-28 09:06:22 AGIRÎ - Parlementerê HDP'î Abdûllah Koç, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û bang li her kesî kir ku li dijî binpêkirinên mafan serî li Serokatiya Meclîsê, Wezareta Dadê û Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclîsê bidin.  Li girtîgehên Tirkiyeyê tevî zêdebûna binpêkirinên mafan û neberdana girtiyêên nexweş, niha jî înfaza gelek girtiyên divê bên berdan tê şewitandin. Endamê Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclîsê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdûllah Koç, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibin nirxandin.    QIRKIRINEKE SIYASÎ   Koç, destnîşan kir ku bi rêya Komîsyona Mafên Mirovan hewl didin binpêkirinên mafan ragihînin û got: "Lê belê di demên dawî de şewitandina înfazan gihaştineke asteke pir talûke. Ev dijî qanûna bingehîn û rêgeza wekheviyê ye. Zextên li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî eşkere tên kirin. Lê mixabin em bi pergaleke hiqûqê ya alîgir re rû bi rû ne. Li girtîgehan qirkirineke siyasî pêk tê. Lewma hişyariyên me, bangawaziyên me bê bersiv dimînin."    ‘ATK, HIQÛQÊ RAWESTAND'    Koç, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya herî girîng pergala hiqûqê ye û Saziya Tiba Edlî (ATK) pergala hiqûqê rawestandiye. Koç, bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê ku parlementera HDP'ê ya berê bû û niha di nav lîsteya girtiyên nexweş de ye ûg ot: "NExweşxane ji bo rewşa Aysel Tûglûkê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' didin. Lê belê ATK, biryareke berevajî vê dide. ATK, niha di nav lepê îqtidara siyasî de bûye amûrek. 604 girtiyên nexweş, rewşa wan giran e û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Dibe ku sibê an jî dusibe xebera mirina van mirovan bigihê me. Mafê mirinê yê li cem malbatê jî esas nagirin."     TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Koç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye sûcekî li dijî mirovahiyê. Koç, anî ziman ku tecrîd têkildarî helwesta îqtidarê ya ji bo meselleya kurdî ye û berberîbûna bi destê AKP'ê hatiye avakirin, ancax bi şikandina tecrîdê dê ji holê rabe. Koç, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li hemû girtîgehan jî belav bûye û got: "Eşkere ye ku AKP guh li qanûna xwe ya bingehhîn nake. Tu hinceteke hiqûqî ya îqtidarê tune ye. A rast saziyên mafên mirovan hemû jî vê yekê tînin zimên. Têkildarî vê biryarên DMME'yê hene. Em pêşniyar dikin ku ev îqtidara siyasî rêzê li qanûna û mafên mirovan bigire. Tecrîd, meseleyeke ku civakê zivêr dike."    ‘BILA HER KES SERÎ LÊ BIDE'    Koç, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang kir û got: "Divê her kes bi faks, name û daxwazanameyan serî li Serokatiya Meclîsê, Wezareta Dadê, Komîsyona Edaletê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bide."    MA / Dîndar Karataş