Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye 2021-10-28 09:06:55 ENQERE- Rozerîn Kûrt, ji ber ku li girtîgehê tevli greva birçîbûnê bûbû, derbarê wê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Kûrt, ji ber ku di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye, beraet kir.  Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derbarê Melîke Kaya, Suheyla Taş, Sîmanûr Pamûk, Fatma Aslan, Newroz Muçel, Arjîn Yuksekdag, Dîlber Tanrikûlû, Necla Yildiz, Mûkaddes Kabak, Sevîm Akdag, Pinar Tîkît, Dîlan Oynaş, Mehtap Kiyal, Saadet Akin, Selver Îvpîr, Sariye Taşkesen û Rozerîn Kûrt de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibûn vekirin. Ji van dozan ya derbarê Rozerîn Kûrt de bi dawî bû.    Kûrt, di 26'ê Çileyê de ji Wezareta Dadê re daxwaznameyek nivîsî ku dê tevli çalakiya greva birçîbûnê bibe. Piştî vê daxwaznameyê rêveberiya girtîgehê mehek cezayê qedexekirina çalakiyan lê birî. Paşê Serdozgeriya Komarê ya Rojava ya Enqereyê bi sûcê "propagandaya rêxistinê" derbarê Kûrtê de fezleke amade kir. Bi dû re jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê wê de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê jî îdianame qebûl kir.    Di asta babetdîtinê ya dozê de meqama îdiayê di mutalaaya xwe de diyar kir ku greva birçîbûnê ne çalakiyeke sûcî ye û xwest Kûrt bê beraetkirin.    Piştî mutalaayê dadgehê jî biryara beraetê da. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di mewzûatê de derbarê greva birçîbûnê de awayekî sûcê tune ye û biryara beraetê da. Her wiha dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku greva birçîbûnê rêbazeke protsteo kirinê ye û ji bo vê bal kişand ser biryara DMME/Pretty/Mîrnişîniya Yekbûyî.    MA / Zemo Aggoz