'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e' 2021-10-28 09:07:35 AMED - Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Amedê, ji bo deklerasyona HDP'ê anîn ziamn ku ji bo "reçeteya" çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ye û bang li hêzên ked û demokrasiyê kirin ku xwe têxin bin vî barî.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlonê de ji bi çareserkirina tevhiya pirsgirêkên Tirkiyeyê deklerasyoneke ji 11 xalan pêkhatî daxuyand. Ji roja ku deklerasyon hatiye daxuyandin heya niha gelek derdor wê nîqaş dikin. Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Amedê jî piştgiriya xwe ya ji bo deklerasyonê ragihandin. Rêxistinan deklerasyonê wekî "reçeteya" çareserkirina pirsgirêkan pênase kirin û bang li her kesî kirin ku li dor deklerasyonê bibin xelek.    ŞIBAND REÇETEYÊ   Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Endezyarên Elketrîkê ya Amedê û Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Mehmet Ceylan, destnîşan kir ku deklerasyon reçeteyeke ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê.    Ceylan, bilêv kir ku HDP bi deklerasyona xwe hem rê nîşanî îqtidarê, hem muxalefetê û hem jî hêzên demokrasiyê daye û got: "Banga diyalog û muzakereyê ya ji bo meseleya kurdî girîng bû. Ji lew re ya ku hemû meseleyan kûr dike meseleya kurdî ye. Li Tirkiyeyê heger meseleya kurdî bê çareserkirin dê tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Dê ev yek bandorê li demokrasiyê jî bike û dê hiqûq, perwerdehhî, tenduristî û aborî jî baş bibin."    ‘BÛ CIHÊ HÊVIYÊ'   Serokê Tarim ORKAN-SEN a Şaxa Amedê Nasir Demîrkiran jî anî ziman ku deklerasyona HDP'ê li ser rêgezên damezrîner ên HDP'ê hatiye avakirin û perspektîfa ji bo çareserkirina ji roja hatiye danîn ji aliyê her kesî vê xwedî lê tê derketin ûg ot: "Xalên bêîstiqrariya aborî, liyaqat û edaletê me kedkaran ji nêz ve eleqedar dikin. Pêşniyarên çareseriyê yên HDP'ê ji bo me bûn cihê hêviyê. Lewma divê her kes xwedî lê derkeve."    ‘DIVÊ EM XWE TÊXIN BIN V BAR'   Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Bijîşkên Tirk (TMMOB) a Amedê Dogan Hatûn jî di pêvajoyeke ku rejîma yek zilamî bi navê demokrasiyê tiştek nehiştiye de aşkerekirina deklerasyoneke bi vî rengî pir girîng e. Hatûn got: "Pêdiviya Tirkiyeyê herî zêde bi demokrasiyê heye. HD'ê ev yek kir rojeva sereke û ji bo têkoşîan di vî warî de bang kir. Ev pir girîng e. Helbet em hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivl xwedî li vê bangawaziyê derkevin û xwe têxin bin vî barî. Ji bo vê yekê ji destê me çi bê, em amade ne ji bo demokrasiyê."   RÊXISTINBÛYÎN   Hatûn, destnîşan kir ku heger xwedî li vê helwesta HDP'ê ya ji bo pirsgirêkên welêt bê derketin, dê pirsirêkên heyî bi hêsanî bên çareserkirin û got: "HDP, tevahiya pirsgirêkan tespt kir. Helbet girîng e, ji lewra tespîtkirina pirsgirêkan nîviyê çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina vê meseleyê divê tevahiya derdorên civakê li dor vê deklerasyonê bibin xelek û ji bo vê rêxistinbûyîn divê."   'DIVÊ WEKÎ MÎLAD BÊ HESIBANDIN'   Serokê Sendşkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken jî anî ziman ku HDP'ê ji bo pirsgirêkên bi salan ên Tirkiyeyê deklerasyoneke berfireh daxuyandiye û lewma divê ev deklerasyon wekî "mîladekê" bê qebûlkirin. Guldîken, destnîşan kir ku ev deklerasyon dibe ku ji bo tevahiya krîzan bibe rêya xelasiyê û got: "Banga ji bo aştiya civakî, demokrasiyeke xurt pir girîng bû. Her wiha meseleya liyaqtê ku ji bo me rêxistinên civaka sivîl esas e, pir girîng bû."    Guldîken diyar kir ku kkîjan partiya siyasî doza demokrasiyê bike dê piştgiriya wê bikin û got: "Lê helwesta HDP'ê pri berfireh bû. Lewma divê em li dor van daxwazên ji bo çareseriyê bibin xelek."   MA / Ergîn Çaglar