Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî 2021-10-28 09:08:27 AMED - Di ser koça kedkarê çapemeniya kurdî Mamoste Kadrî Kaya re 3 sal derbas bûn. Hevpîşeyên Kaya anîn ziman ku xebatkarên çapemeniya azad gelek tişt ji Mamoste Kadrî hîn bûne.   Kadrî Kaya ku li gundê Dêrsilavê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat dinê û demeke dirêj di saziyên perrwedehiyê de karmendî kir û piştî teqawid bû di çapemeniya azad de bênavber 18 salan xebitî û wekî "Mamoste" tê naskirin, di 28'ê Cotmeha 218'an de li Fakulteya Tibê ya Egeyê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.    Kaya, cara ewil li Amedê nûnertiya Rojnameya Ozur Bakişê kir. Piştî rojname di 27'ê gulana 2000'î de hatiye girtin vê carê nûnertiya Rojnameya Yenî Gundemê kir û piştî ev rojnamejî di 31'ê Adara 2001'ê de hat girtin vê carê di Rojnameya Yedîncî Gundemê ya heftane de xebitî û paşê li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de dest bi weşana xwe kir, dest bi kar kir û yek ji damezrînerê wê bû û heya ajans bi KHK'ê hat girtin, 29'ê Cotmeha 2016'an jî nûnerê ajansê yê Amedê bû.    Keça wî Rêzan Kaya, hevpîşeyên wî Dîcle Muftuoglû û Mehmet Alî Ertaş, behsa wî kirin.    Rêzan Kaya, anî ziman ku bavê  wê kesekî bisebr, sakîn û bidîsîplîn bû û her sibeh bêyî ku saeta xwe eyar bike, radibû ser xwe û diçû ajansê û got: "Gava dihat malê miheqeq rojname dixwend û gava nikaribû bixwîne jî dida xwendin." Kaya, destnîşan kir ku bavê wê heman tişt ji bo pirtûkan jî dikir û got: "Gava çavên wî nerihet dibûn, pirtûk bi me didan xwendin. Carekê pirtûkeke Medenî Fero da xwendin. Min peyvek jî fêm nedikir, lê wî tevahiya pirtûkê bi min da xwendin bi awayekî bi dengî. Ji min re digot, 'tu jî fêm bike.' Gava min pirtûk distend û dixwendin kêfa wî dihat." Kaya, anî ziman ku bavê wê tim hewl dida amûrên elektronîk tamîr bike û demeke dirêj ji bo tamîrkirinê wê jî aniye cem xwe û hin tişt hînê wê kirine."   ‘TIM DIDA HÎNKIRIN'   Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî got: "Li vê xakê xîtaba ji bo mirovan girîng e. Peyva mamoste, ne peyveke wisa hêsan e ku mirov zû zû li kesan bike. Kesên Mamoste nas dikirin, fêm dikirin ku çima jê re Mamoste tê gotin. Bi her awayê xwe hewl dida bide hînkirin. A rast gava ev nav lê hat kirin, ez bi xwe jî bûm şahid."    Muftuoglû, diyar kir ku Mamoste herî kêm bi qasî midûrê nûçeyan bi nûçeyan û rojevê re eleqedar dibû û nîqaşên di vî warî de dikirin. Muftuoglû got: "Daxilî nav civînên me yên heftane jî dibû. Di ajansan an jî rojnameyan de koma îdareyê bes bi karên xwe re eleqedar dibie. Ev, li gelek deveran wisa ye. Lê Mamoste ne ji wan kesan bû. Daxilî nav rojevê, nîqaşan dibû û fikirên xwe bilêv dikirin û rexne dikirin." Muftuoglû, bilêv kir ku çendî ku Mamoste di warê amûrên teknîkî de ne xwedî perwerdeiyeke taybet bûye jî, lê li tim amûr tamîr dikirin û amûrên wekî "bikêrî tiştekî" nayên vediguherandin tiştine din.    Muftuoglû, di dawiya axaftina xwe de danî ziman ku ji ber ku bi Kadrî Kaya re xebitiye pir kêfxweş û bisiûd e.    RÊNŞANDER BÛ   Rojnamevan Memet Alî Ertaş ku Mamoste Kadrî Kaya di sala 2005'an de nas kiriye, anî ziman ku piştî ku di sala 1998'an de nivîskar paşnavê kurdî wergirtin, Mamoste jî paşnavê xwe guherandiye û kiriye navê gundê xwe Dêrsilavê. Ertaş, diyar kir ku Mamoste bi zanebûn, tecrbe û dîsîplîna xwe rênîşander bû ji bo rojnamevanên kurd û got: "Jiyana wî ya kar û ya asayî tevde li gor plansaziyekê bûn. Dizanibû dê bi çi awayî pêwendiyê bi mirovan re deyne. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû."    Ertaş, bilêv kir ku ew û Mamoste nêzî 15 salan bi hev re xebitîne û çendî pir nehatan cem hev du jî, lê baş dizane ku Mamoste kesekî xwedî dîsîplîn bû û bi qîmeta nirxan pir baş dizanibû.   Ertaş, bibîr xist ku Mamoste piştî karmendiyê tevli nav çapemeniya azad bûye û got: "Digot, 'Li saziyên dewletê mirov bixwaze jî nikare xizmeta gelê xwe bike. Ji bo em karibin xizmeta gelê xwe bikin, heya ji dest me bê divê em xwe ji dewlet qut bikin. Min ev tişt fêm kir.' Bi vî awayî daxilî nav çapemeniyê bû. Ji bo wî ne kes, gel esas bû. Digot, 'Min xwe li vir nas kir û ez li vir heme.'"    DÊ LI SER GORA XWE BÊ BIBÎRANÎN   Dê DFG di salvegera koça Mamoste de, sibê (29 COmet) saet di 11.00'an de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li Rezanê çalakiyeke bibîranînê li dar bixe.    MA / Ceylan Şahînlî