Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn 2021-10-28 10:07:38   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê di encama qezaya maşîneyeke leşkerî de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn.    Li ser rêya di navbera navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê maşîneyeke leşkerî qelibî. Di qezayê de leşkerê bi navê Ebûbekîr Sel jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.