ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-29 09:00:03 * Endama Desteya Rêvebir a MMO ya Şaxa Amedê Arîn zumrut, diyar kir ku wesayîtên zirxî yên li bajaran dibin sedema talûkeyên mezin ne girêdayî rêziknameya wesayîtan e û polîtîkaya bêcezatiyê mirinê zêdetir dikin.  * Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Latife Demîrcî Kahya, ji bo 30 sal cezayê li Ayşe Gokkanê hat birîn anî ziman ku ev ceza peyamek e ji bo têkoşîna jinê û bang li feminîstan kir ji bo piştevaniyê.    * NÇM ku konserên wê yên ji bo 30'yemîn salvegera navendê li Stenbol û Edeneyê hatibûn qedexekirin, niha hewl dide li Amed, Îzmîr û Wanê konseran li dar bixe.   * Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi destdirêjiyê re rû bi rû ma û hat îşkencekirin, ragihand ku Dadgeriya Înfazê îfadeyên wê yên derbarê tiştên hatine serê wê de tomar nekirine.    * Gundê Hemka yê Elkê ku 2 sal in ava wan kêm bûye, îsal bi talankirina û wêrankirina xwezayê ya li herêmê kaniyên heyî yên avê jî ziwa bûn. Gundiyan ku ji ber nebûna avê nikarin pezê xwe bînin malê gotin: "Hewa sar bû, lê em nikarin pezê xwe bînin. Pezê me perîşan bû. 4 hezar û 500 pez bê av e."   * Çalakiya ku Dayikên Aşitiyê li Deriyê Sînorê Sêmelkayê daye destpêkirin di roja 24'an de berdewm dike. Dayikên ku di çalakiyê de cih digirin axivîn û gotin: " Ji birakujiyê re êdî bes e, cenazeyên me radestî me bikin."    * Hevserokê KNK'ê anî ziman ku PDK bi hevkariya dewleta tirk re zirarê dide yekîtiya neteweyî ya kurdî û got: "PDK asteng e ji bo yekitiya kurdi re. Rewşa kurdan êdî hatiye guhertin. Pêwîstiya gelê kurd bi rêz û hûrmetê heye."   * Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê dê di roja 235’emîn de berdewam bike.   * Rêxistina HDP’ê ya Rihayê di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de bi tevlîbûna hevserokên KCD’ê û DBP’ê wê li navçeya Wêranşarê hevdîtina gel pêk bîne. (10.00)   * Kadrî Kaya ku di çapameniya kurd de bi navê "Mamoste" tê nasîn, dê di 3'emîn salvegera wefata xwe de li Goristana Yenîkoyê ya Amedê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)    * Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê wê li Eywana Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê paneleke bi navê “Jin Ekolojiyê Diaxivin” li dar bixe. (13.00)