Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin 2021-10-29 10:22:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, cezayê “pêgermokiyê” ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, li Wan û Stenbolê şermezar kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cezayê “pêgermokiyê” ku di sala 2018’an de li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû birîn şermezar kirin. Meclîsa Ciwanên HDP’ê duh bi şev li Qada Yenîkapiya Stenbolê li dijî cezayê hatiye birîn bi “pêgermokiya azadiyê” bertek nîşandan. Ciwanan pişt re çalakiya xwe ya pêgermokiyê bi çepikan bi dawî kir.    WAN   Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ku li Kolana Hunerê hatin gelhev, bi pêgermokiya li kolanê cezayê li Ocalan hatibû birîn şermezar kirin.    Ciwanan di 27’ê Cotmehê de li Amedê jî li pêş Mizgefta Mezin bi heman rêbaz û armancî çalakî li dar xistibûn.