Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne 2021-10-29 11:48:23 AMED - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) dê piştî 7 salan serlêdana derbarê Rêberê PKK'ê Ocalan û 3 girtiyan de daxilî nav rojeva xwe bike. Parêzera Ocalan Newroz Ûysal, anî ziman ku li bendê ne ku komîte li gor mebest û peywira xwe ya sereke tevbigere.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtiye û Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konarê li cem wî, ne dikarin bi parêzerên xwe re ne jî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.    Piştî ku Tirkiyeyê biryarên "binpêkirina mafan" ên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên têkildarî cezayê "muebeda girankirî" yên derbarê Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan ên di girtîgehên din de hatine birîn de pêk neanîn, dê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) vê yekê di civîna xwe ya 30 Mijdar-2 Kanûnê de nîqaş bike. Komîteyê piştî 7 salan serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Wefqa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) daxilî nav rojeva xwe kir.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal, tecrîda li Îmraiyê, helwesta darazê ya ji bo tecrîdê û serlêdana li Komîteya Wezîran a KE'yê hat kirin nirxandin.    Ûysal, anî ziman ku hevdîtinên parêzeran û malbatê, 22 sal in di gelek merheleyan re derbas bûne û di merheleya dawî de jî bi cezayên dîsîplînê yên 3 mehî û 6 mehî re rû bi rû mane.    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Ûysal, diyar kir ku ji bo hevdîtinên malbatan û parêzeran pêk bên, bi awayekî rêk û pêk serlêdanan dikin û got: "Bi faksan bersiva serlêdanên me didin û diyar dikin ku ji ber ku cezayê dîsîplînê heye serlêdan hatiye redkirin û got: "Lê nahêlin em cezayên dîsîplînê bibînin an jî mînakek wê wergirin. An jî gava dema îtiraza di warê hiqûqî de bi dawî dibe haya me jê çêdibe. Serlêdan û îtirazên me yên ji bo vê jî ji aliyê dadgehên cezayên giran ve tên redkirin. Me heya niha mînakeke cezayên dîsîplînê yên ji sala 2018'an heya niha ji bo astengkirina hevdîtinan wekî hincet tên nîşandan wernegirtine. Em nizanin bê ka kîjan cezayê dîsîplînê ji bo çi hatiye birîn."    'NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Ûysal, anî ziman ku piştî 9 salan pê hesiyane ku cezayê bi hinceta volatavaêtinê li Ocalan hatiye birîn. Ûysal, destnîşan kir ku Ocalan ji bo vî cezayî diyar kiriye ku li girtîgehê voltavaêtin pîvaneke gerdûnî ye û cezayekî bi vî awayî nayê qebûlkirin û ji bo vê du caran îtiraz kiriye.    Ûysal, destnîşan kir ku ev hincet hemû ji bo tecrîd bê pêkanîn tên kirin û di warê hiqûqî de tu hêleke wan a bê qebûlkirin tune ye. Ûysal, bibîr xist ku CPT'yê di rapora xwe ya ku di Tebaxa 2020'an de daxuyand jî ev yek bi awayekî zelal destnîşan kiriye. Ûysal ji bo binpêkirina mafên hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, çalakiyên civakî, pêwendiya bi derve re û mafê tenduristiyê yên Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê jî destnîşan kir ku ew vê wekî tecrîdeke giştî bilêv dikin û got: "Me ji bo vê serî li DMME'yê da û em li bendê ne biryarek bê dayîn."    MÎSYONA AYM'Ê   Ûysal, ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî ku cezayên dîsîplînê û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qebûl dike jî anî ziman ku di warê hiqûqî de tu îzahiyatek vê yekê tune ye. Ûysal, destnîşan kir ku AYM'eya ku ji bo tecrîdê xwe li nedîtinêd atîne, bi vî awayî dixwaze pêşî li ber serlêdanên wan ên li qada navteweyî bigire û lewma têkildarî biryarên AYM'ê serî li DMME'yê dane.    'SAZIYAN TIRKIYEYÊ ABSORBE KIR'   Ûysal, bilêv kir ku Tirkiye 22 sal in hema bibêje li Îmraliyê qet li gor hiqûqa xwe tevnegeriyaye û bal kişand ser berpirsiyariya saziyên navneteweyî ya di vî warî de. Ûysal, bilêv kir ku saziyên wekî DMME, CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi helwestên xwe yên heya niha gelek caran Tirkiyeya ku li gor hiqûqa xwe ya navneteweyî tevnagere û berevajî peymanên navneteweyî tevdigere absorbe kirine û ji bo vê bal kişand ser biryara DMME'ê ya têkildarî Ocalan.    BIRYARA EWIL!    Ûysal, destnîşan kir ku biryara DMME'yê ya 2014'an a têkildarî cezayê muebeda giran ê li Ocalan hatiye birîn ku gotibû "muebeda cezayê giran dijî qedexeya îşkenceyê ye", biryara ewil a li hemberî Tirkiyeyê ye. Ûysal, bilêv kir ku çavkaniya vê biryarê tenê ne sûcên li hemberî ewlehiya dewletê yên di Kanûna Ceza ya Tirk de hatine diyarkirin, di heman demê de sedemeke wê ew e ku neberdana bişertî bi awayekî zelal di Qanûna Înfazê de nehatiye diyarkirin.    Ûysal, anî ziman ku DMME jî ji ber vê biryara binpêkirinê daye.    DÊ BIRYARA KOMÎTEYÊ ÇI BE?   Ûysal got: "Ji bo biryara DMME'yê xwe disipêre qisma têkildarî tecrîdê û wê ji xala bingehîn dûr dixe. Ji lew re ji bo bidawîbûna binpêkirinê, divê qanûn bê guherandin, lê vê yekê esas nagire. Bersiva wê ya herî dawî jî bi vî awayî bû. Dibêje, 'berdana bişertî di qanûnên min de heye. Ev derfet heye, lê hin îstinsna ne tê de.' Îja ev îstisna çi ne? Nenivîsîne. Nenivîsîna vê nayê wateya nehesibandina wê. A rast Tirkiye dixwaze Komîteyê ber bi biryara darizandina jinûve ya di 2007'an de ya ji bo Birêz Ocalan ve bikişîne."    Ûysal, gotina Endamê Desteya Îstişareya Bilind a Serokomartiyê Cemîl Çîçek bibîr xist ku gotibû "Heger me û Komîteyê di warê biryara ji bo Ocalan de dosyeyê bigirta, me yê dosyeyên derbarê Demîrtaş-Kavala de jî bi vî awayî bigirtana." Ûysal got: "Tirkiye vê yekê dike mijara bazariyeke siyasî. Saziyên mafên mirovan û hiqûqê di Tîrmeha 2021'ê de ji bo astengkirina vê yekê serlêdan kirin. Komîte, piştî vê serlêdanê di civîna xwe ya Îlonê de biryar da ku biryara derbarê Ocalan de di civîna Mijdar-Kanûnê de nîqaş bike. Dê Komîte, serlêdanên me parêzerên Birêz Ocalan û serlêdanên rêxistinên civaka sivîl ên din binirxîn û dê diyar bike ku ka Tirkiye di vî warî de tişta dikeve ser milê wê pêk tîne yan na. An dê ji Tirkiyeyê agahiyan bixwaze an jî dê ji bo pêkanîn û nepêkanîna vê biryarê bangî Tirkiyeyê bike."    'DIVÊ LI GOR MEBESET Û PEYWIRA XWE YA SEREKE TEVBIGERE'   Ûysal, destnîşan kir ku êendî ku serlêdanên wan piştî 7 salan bûne rojev jî, lê li bendê ne ku Komîte ji bo serlêdana têkildarî Ocalan de li gor prosedura xwe tevbigere û helwesteke di vî warî de nîşan bide.    Ûysal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li bendê ne ku Komîteya Wezîran daxilî nav vê bazariya siyasî nebe û êdî li gor mebest û peywira xwe ya sereke û metnên xwe yên hiqûqî tevbigere.    MA / Omer Çelîk - Ozgur Paksoy