Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn 2021-10-29 11:58:45   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Em dixwazin ku rêgezên komarê bên pêkanîn.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 235’emîn de didome. Ji ber 29’ê Cotmehê Cejna Komarê edliye girtiye, malbatê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Îro Cejna Komarê ye. Komar tê wateya demokrasiyê. Komar tê wateya hiqûqê. Komar tê wateya hemwelatiya wekhev. Dayikeke ku zarok û hevjînê wê hatine qetilkirin 8 meh in li pêş edliyeyê ye, tenê dixwaze rêgezên komarê pêk werin…”