Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin 2021-10-29 15:44:00   AMED - Endam û rêveberên MEBYA-DER'ê serdana malbata Sogul Ozgun a HPG'î ku li Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da kirin.    Di 22'ê cotmehê de di operasyoneke ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê derketibû de Songul Ozgun (Rûken) a HPG'î jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Ozgun li navçeya Yenîşehîr a Amedê şîn hat danîn. Endam û rêveberên Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana şînê kirin û sersaxî dan malbata Ozgun.